Nûnera taybet ya sekreterê giştî yê NY li Iraqê da xûyakirin ku, biryara dadgeha federalî ya Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê rewşa Iraqê aloztir dike.
Nûnerê taybet yê sekreterê gistî yê NY li Iraqê, Jeanine H. Plasschaert îro raporta xwe ya 6 mehan li ser rewşa Iraqê pêşkêşî encumena asayişa navdewletî kir.
Plasschaert di raporta xwe de behsa biryara dadgeha federalî ya Iraqê li ser qanûna neft û gaza Kurdistanê kir û ragehand, ew dosya ya 10 sal berê ye ji ber wê jî mirov dide fikirandin ku çima di vê demê de ketiye rojevê?
Nûnera sekreterê giştî yê NY da zanîn jî, biryara dadgeha federalî rewşê aloztir dike. Ez dîsa jî dibêjim ku divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalog û têgehîştinê bên çareserkirin ne bi hêz û fişar.