Şerê ku Rusya li himber Ukranya destpêkirî gav bi gav pêşve diçe. Moskova êrî berê sibehê cardin bi balfiran bombebaran kir û dengê teqîna li Kievê zêde bûn. Herweha nişteciyên bajarê Kiev dev ji malên xwe berdidin û berê xwe didin Tunelan. Kiev di nava metirsiyekî de ye ku arteşa Rusya bikeve nava bajêr.
Çi dibe:
9.40;
Serokê Ukranya arikarî ji welatên Ewropa rijhilat ên endamê NATO daxwaz kir. Vladimir Zelenskiy got: Em divê zorê bidin Rusya da ku rûne li ser maseyê danustandina.
9.28;
Televizyona Ukranya alarma êrîşa fşzeyan da.
9.23;
Rawêkarê wezereta navxwe ya Ukranya da xûyakirin ku, ihtimala ku îro bi tanka bikevin Kievê heye. Anton Heraşçenko dibêje: Îro dê zora şer ya herî dijwar be. Emê bi çekên li dijê tank a xwe biparêzin.
8.44;
Vladimir Zelenskiy,Rusya bi balafira demjimêr 04.00 êrîş kirin, lê bejî de pêşveçûna artêşa Rusya gelek kêm bûye. Serokê Ukranya dibêje ku; Rusya ne tenê êrîşê bingehên leşkerî dike , erêşê sivîla jî dike. Zelenskiy dibêje: Ukranya bi tenha xwe hiştin û Cîhan vê bûyerê ji dûr ve temaşe dike. Gerek sizayên girantir li himber Rusya bi kar bînin.
08.04;
Li rojavayê Ukranya bajarê Lviv dengê alarma tê sehkirin. Dema destpêka kriza Rusya û Ukranya de gelek welatan balyozxaneyên xwe birîbû vî bajarî.
07.39;
Wezîrê berevaniya Amerikayê dibêje ku,hêza Rusya ya ku ji Belarus keti xaka Ukranya de 32 kilometra nêzikê Kieve bûye. Rusya dixwaze derdora Kiev bigre .