CivakRojev

Xwecihiya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist

Encûmena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ya ENKSê ve ,roja înê 25ê sibata 2022an, civîna xwe ya normal li darxist bi amadebûna serokatiya karûbarên Encûmenên xwecihiyan M,Muhsin Tahir û M,Nadiya Doko, M,EbdulQadir ,û herwiha bi hazirbûna piraniya endamên xwecihiyê..

Û serokê xwecihiyê M,Mihemed Sedîq di destpêkê de bi xêrhatina wan kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û herwiha di çarçoveya vê civînê de babet û mijarên siyasî û rêxistinî gengeşekirin..

Û herwiha di civînê de M,”Muhsin Tahir ” bi awayekî berfireh derbarê bûyer û pêşveçûnên dawî yên girêdayî rewşa siyasî li Sûriyê bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û herwiha ser danûstandinên di navbera Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriyê û partiyên Yekîtiya Niştîmanî de gotûbêjkir ..

Û herwiha di civatê de rewşa herêmên kurdî ” Efrïn, Girê Spî, Serê Kaniyê, yên di bin kontirola Tirkiyê û komên çekdar yên bi ser wê ve û kiryar û binpêkirinên derheqê xelkê de têne kirin behis kir …

Û ji rexekî dî ve M,Muhsin Tahir bi dirêjahî baş rawestiya li ser vejandina hemû helkeftinên meha Adarê û di serî de bîranîna 43 saliya koça dawî ya bavê Neteweyî nemir Mela Mustefa Barzanî..

Û di civînê de M,”Tahir ” Spasiya hemû endaman kir û kar û xebata wan di xwecihiyê de bilind nirxand.

Back to top button