Bîranîna Şerefxanê Bidlîsî

Îro 471 sal li ser ji dayikbuna dîroknivîsê navdarê neteweyê Kurd Şerefxanê Bidlîsî da derbas dibe.

Şerefxan navê rastî yê Şerefxan Şemsedînê Bidlîsiye û roja 25.02.1543 li gundîê Germeruyê ser bi bajarê Qum li Îranê ji dayik bûye.

Li navbera salên 1543 û 1576 li dîwana Şatehman Spî yê yekem da jiyaye, Şah Îsmaîlê Sefewî sala 1576 nasnavê Mîrê Mîran bi Şerefxan bexşiye û wî kiriye Serokê eşîretên Kurdên Îranê.

Sala 1578 li cenga di navbera Sefewî û Osmaniyan da, Şerefxan pişta xwe daye Îraniyan û bûye alîgirê Osmaniyan. Bi vê sedemê ve li sala 1589 da Sultan Muradê Sêyemê Sultanê dewleta Osmanî‌, nasnavê xanî jêre bexşiye û Şerefxan kiriye Mîrê Herêma Bidlîsê.

Li sala 1590 da û li temena 53 salî da, desthilata Bidlîsê daye destê Şemsedîn Begê kurê xwe.

Şerefxan li navbera sala 1591 heta 1592 dest bi nivîsîna kitêba dîrokiya Şerefname kiriye ku li gor dîroknivîsan, Şerefxanê Bidlîsî yekem zana û nivîskarê Kurd bûye ku dîroka Kurd û Kurdistanê bi rêkupêkî li kitêbê xwe da nivîsiye.

Her çende çavkaniyek rast li ser mirina wî tûne‌, lê belê Mîr Şerefxanê Bidlîsî, li navbera salên 1603 û 1604 ê zayînî da, wate li temena şêst salî da koça dawî kiriye, piştî xwe kitêba xwe ya hêja hiştiye ku ji bo dîroka neteweya Kurd bûye sermayeyek mezin.

Nerîna min :