Ji bo 111 saliya ji dayikbûna bavê ruhî yê neteweyê Kurd (Barzaniyê Nemir) wekî helwestekî nîştimanperwerane ji bo remza neteweya Kurd, bi hevkarî û hemahengiya li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, 111 Kurd bi temenên cûda cûda ve bi piyade ji wargeha Dareşekiran ve berev Mezarê Nemiran li Barzan birêketin. Ji aliyekî din ve li wargeha Domiz li helmetek da 26000 diyarî li ser zarokan hate dabeş kirin.
Roja 24/02/2014 li rêwresmek da bi amadebûna Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li wargeha Dareşekiran rûniştvanê wargehê wekî kedkariyek ji bo rêbaza pîroza Barzaniyê Nemir û xebat û qurbanîdana bi navê gelê Kurdistanê da, 111 Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi temenên cûda cûda ve biryarê dan bi piya berev Mezarê Nemiran li Barzan birêbikevin.
Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê amadekariyên Dezgehê yên ji bo birêveçûna merasîma rêveçûnê ragihand: Wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku li dema hatina penaberên Rojavayê Kurdistanê me kariye bi erkê xwe rabîn û xizmetekî gelek baş pêşkêşî penaberên li hemû wargehan de bikîn, hejmarekî zêdeyê xort û lawên wargehê daxwazê ji me kirin rêwresmek ji bo wan rêkbixîn bo ku bi piya berev Mezarê Nemiran li Barzan birê bikevin. Kedkarê Kurdên Rojava û tevahiya Kurdistaniyane ku salane hejmarekî zêde ji bo nûkirina peymana wefadarî û xebat û têkoşîna bavê ruhî Barzaniyê Nemir ya bi navê serfirazî û azadiyê Kurdistanê.
Ji aliyekî din ve li dirêjahiya kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wargeha Domiz, bi hevkariya rêxistina Samaritans Purse ya Amerîkî heta çar rojan dest bi dabeşkirina 26000 diyariyên cûr bi cûr li ser zarokên wargeha Domiz kirin.