Polîtîk

Bîranina 6 saliya serhildana kurdên Suri

Stockholm – Îro li Stockholma paytextê Swedê,ji bo rûmetkirina şehîdan, bibîranîna serhildana adarê di salvegara wê ya şeşan de û nirxandina rewşa kurdan li Sûriyê, Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê, Civînek darxist. Bi minasebeta bîranîna 6 saliya serhildana kurdên Surî, gelek kurd ji beşên cuda yên Kurdistanê û nûnêrên partiyên Swedî amade bûn.Piştî nîşandana filmek dêkêmenter di derbarê serhildanê de, Yek dekîkeyekî ji bo giyanên şehîdên serhildana kurdên Surî û hemû şehîdên tevgera azadiyaKurdistanê bi rêzgirtin hate rawestandin.

 

serhildan_kurden_suri_137388220.jpg

Li ser navê Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê, Brahim Xalid axaftinek kir û xêrhatina amadavanan kir. Nûnêrê partiya sosyal demokrata, nûnêrê Partiya gel a liberal, nûnêra partiya çep, nûnêra partiya kristien demokratan û serokê ABF-ê  axaftin kirin û pişgiriya xwe ji bo tevgera kurd li Surî dan diyar kirin. Kamîran haco bi navê daxûyaniya Şamê axaftinek kir. Sosyolog Osman Aytar, nirxandinek zanistî li ser rewşa siyasî û civakî ya Kurdistanê kir.

taha_berwari__109313828.jpg

Herweha  wezîrê Werzij û lawan yê qabîna 5-ê Taha Berwarî axaftinek berfireh li ser rewşa kurdên Surî û li ser rewşa kurdên derve û taybetî yên li ewropa kir. Di vê derbarê de ji bo ku kurd bibin lobiyek xort û xwedî bandor li ser siyaseta welatên Ewropa behsa rengê xebatê kir û di vê derbarê de hinek pêşniyar kirin.

Seid Mela axaftina dawî kir û spasiya hemî beşdaran kir î û gote divê em pêşniyarên birêz Berwari berbiçav bikrin da ku em bikaribin xebateki ji bo welat û miletên xwe bikin.

 

Back to top button