Polîtîk
Serokê Iraqê dengê xwe da
Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî wek yekem kes li Iraqê, di saet 07:00’an de li dibistana Rewşen Bedîrxanê ya li Silêmaniyê dengê xwe da.
Vê sibehê ji saet 07:00’an ve dengdana ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê dest pê kir.
Welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê diçin ser bingehên dengdanê û dengên xwe dan.
Biryar e dengdan heta 17:00’ê vê êvarê bidome.
(Pukmedia)