Polîtîk
Serokê Hikumetê dengê xwe da
Silêmanî – Vê sibehê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih, li dibistana Rewşen Bedîrxanê ya li bajarê Silêmaniyê dengê xwe da.
Di daxuyaniyeke çapemeniyê de serokwezîr Salih got: “Hilbijartin westgeheke girîng e di prosesa siyasî de. Ez hêvîdar im bi şêweyekî şefafane bi rê ve biçe û em jî li hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina vê prosesê kar dikin.”
Derheqê encama hilbijartinê de jî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Ez naxwazim pêşbînî bikim lê pêşbînî amaje bi wê yekê dikin ku posta serokkomarê Iraqê her ji bo kurd bibe.”
(PUKMedia)