Civak

Bikevin nav xelkê û baştir xizmetê bikin

Li Hewlêrê bi amade bûna Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî û hijmareke zêde ji Rayedarên PDK û Endamên mekteb siyasiya partiyê, Fermandarên Leşkerî û Parlementeran 17mîn devreya peymangeha Kadroyên partiya demokrata Kurdistanê destpê kir.

Rewrisma dewreya kadroyên partiyê bi deqîqeyek rawestan ji bo Şehîdan destpê kir û pişt re jî Serokê Akademiya Partiya Demokrata Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.
Piştre Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, hêz û asta zanîn û pêşkeftî bûna kadroyên partî hêza sereke ya partiyêye.

N.Barzanî, di berdewamiya axaftinên xwe de rewşa nav partî û çendîn babetên din yên girêdayî bi rewşa Kurdistan û Îraqê rave kir.
Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de daxwaz ji kadroyên partî kir daku, bikevin nava xelkê qedir giran ya Kurdistanê daku, baştir bikaribên xizmeta xelkê bikin.
Ev xwendina vê konaxê ya kadroyên partiyê 6 mehan berdewam dike û 96 kadro dê beşdariyê bikin.

 

 

Back to top button