Polîtîk

Kongreyên herêmî yên PDK-ê destpê kir

Berpirsê karûbarên rêxistinê yê PDKê Xesro Goran, diyar kir, sibê li hemû liqên PDKê dê konferansên navxweyî tê sazkirin û hemû endamên partiyê dikarin xwe namzed nîşan bidin.

Xesro Goran, ji AKnewsê re got, sibê dê li parêzgehên Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Kerkûk û Mûsilê, konferansên navxweyî yên PDKê bên sazkirin û her kes dikare xwe bike kandîd bo hilbijartinê.

Goran, diyar kir, diviya konferansên navxweyî yên PDKê piştî 13emîn kongreya partiyê hatiba sazkirin lê ji ber rewşa wê demê ya Herêma Kurdistanê û diyarnebûna dema hilbijartinên civatên parêzgehan ev yek pêk nehat.

Berpirsê karûbarê rêxistinê yê PDKê wiha domand, di konferansên sibê de, dê berpirsên bingeh, sazî, navçe û berpirsên liqan bên hilbijartin, bo jinan jî sîstema kota hatiye diyarkirin.

Xesro Goran, bo her bingehekî dê 3 kes bên hilbijartin, bo her saziyekî jî 5, bo lêjneya navçeyan 9 kes û bo liqan jî dê 10 kes bên hilbijartin.

Partiya demokrat a Kurdistanê, 24 liqên wê heye lê liqa 13ê pêk nehatiye, her wiha konferansên liqên 6 û 7 ên Ewropa hatiye paşxistin û tê payîn, navbera 10 heta 15 rojan de bi dawî bibe.

Back to top button