Cîhan

Jinek kurd dibe endama rêxistina navneteweyî ya polîsên jin

Heftenameya Rêwan a ku heftane taybet li ser pirsa jinan û li Silêmaniyê ji aliyê navenda ronakbîrî ya jinên Silêmaniyê ve tê çapkirin, diyar kir Se’diye Elî Marif (36) meha sibata îsal li Abuzebî tevlî yekemîn konferansa polîsên jin bû û wekî endama wê rêxistinê hat wergirtin.

Se’diye li sala 2004’an weke polîseke trafîkê li Hewlêrê diçe ser cadeyan û erkê polîstiyê têne cih. Se’diye di konferansa ku li Ebuzebî ji aliyê rêxistina polîsên jin ve hatibû sazkirin de wekî nûnera İraqê beşdar biribû. Di vê derbarê de ji heftenameya Rêwan re dibêje: “Min di konferansê de logoya rêveberiya trafîka herêm û ala Kurdistanê pêşkêşî sekretera rêxistinê kir. Min jêre behsa rewşa Kurdistanê kir û min got, ez dixwazim konferansa bê li Kurdistanê bê sazkirin.”

 

 

(Rûdaw)

Back to top button