Bikaranîna ‘Bakurê İraqê’ hat qedexekirin
Komeleya Parastina Ala Kurdistanê hişyarî da şirketên geştyarî yên Ereb û got: ‘’Çênabe êdî hîç şerketeke geştyarî mefhûmê ‘Bakurê İraqê’ bikar bîne.’‘
Di vê derbarê de Serokê Komeleya Parastina Ala Kurdistanê ya Dihokê Palewan Şêx Memî got: ‘’Ji niha û şûnde her şirketeke geştyarî yên İraqê navê Herêma Kurdistanê wel ‘Bakurê İraqê’ bikar bînin, an li ser otomobîl û şirketên xwe binivîsin em jê bibin û rê nadin wan.’‘
Şêx Memî wiha axifî: ‘’Hemû kes dizane ku daniştvanên Herêma Kurdistanê ji bikaranîna mefhûmê ‘Bakurê İraqê’ acizin û nhigeran dibin, lewra çênabe ku êdî şirketên geştyarî tiştekî wiha bikin.’‘
Şêx Memî wiha dibêje: ‘’Navê Herêma Kurdistanê navekî yasayî ye û di destûrê de îtiraf pê hatiye kirin ku ji hersê parêzgehên herêmê re tê gotin. Herwiha bikaranîna mefhûmê ‘Bakurê İraqê’ serdema rejîma Sedam Husên tîne bîra Kurdan û Kurd naxwazin tiştekî wiha bibihîzin.’‘
Komeleya Parastina Ala Kurdistanê sala 2009’ê li Dihokê hatiye damezrandin û li ser belavkirina fikra neteweyî ya Kurdan kar dike.(bas)