Polîtîk

Divê hemû alîyek berjewendiya giştiya welat li berçav bigrin

Berî nîvroya îro sêşem 22.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek nûner û medyakar û rojnamevanên wan kanalên Erebî kir ku li Herêma Kurdistanê de kar dikin.

Di destpêka hevdîtinê de nûnerên kanalên Erebî ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê gelek spasiya Serok Barzanî kirin û hevxemî û serxweşiya xwe ji bo kesukarê qurbaniyên rûdawa terorîstiya Hewlêrê ragihand û destxweşiyê li hewldan û xebata dezgehên asayîşê kirin ku li demeke kêm de encamderên wê tawanê eşkere kirin. Li beşekî dinê axaftina medyakaran de behsa rola başa asayîş û azadiyên Herêma Kurdistanê kirin û serkeftina pêvajoya demokrasî û Hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistanê jî hem ji bo Iraq û hem jî ji bo hemû navçeyên rojhilata navîn de bi mînak dane zanîn.

Li beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina mîhvanan kir li gotarek de behsa girîngiya ragihandinê li avakirina dewleta damezraweyî û geşbûna demokrasiyê kir û bi taybetî li serdema nû de sedemeke girînge ji bo welatiyan veguhestina zanyarî û rastiyan û got: “Ragihandina binyatner û berpirs dikarê li pêvajoya geşbûnê de mu’cîze dirust bike”. Serok Barzanî bi pêwîstî jî zanî ku hêsankariyeke tevahî hebê ji bo wê yekê ku medyakar û rojnamevan bikarin karê xwe encam bidin. Di derbarê bi wan rênimayiyên emniyên li bazgehên Herêmê de li ber digrin Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku armanca serekiya wan rênimayiyan parastina selametiya welatiyan û rêgirtina terorîstane ku bexteweriya xelkê têkbidin.

Her li vê civînê de dergehê pirsiyaran ji bo medyakar û rojnamevanan hate vekirin û di derbarê pêvajoya emnî û siyasiya çendîn pirsiyaran pêşkêşî Serok Barzanî kirin. Li bersîva pirsiyara çawayiya pêkanîna Hikûmeta Herêmê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêmê girêdayî derencama danustandina aliyan ya li gel hevdû ye û pêwîste hemû alî berjewendiya giştiya welat û welatiyan li ber çav bigrin û xwe ji hemû cûre îbtîzazek biparêzin. Di derbarê yasaya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê jî Serok Barzanî got: “Herêma Kurdistan li gel eweye ku hilbijartin bi awayekî yek bazneyî birêve biçê ji ber ku zêdetir prensîpên demokrasî û dadperweriyê bi cîh tîne. Bi tu awayekî nabê ji bo yasaya berê yê hilbijartinê li ber bigrîn û eger her bedîlek jî hebê pêwîste qerebuya wê zulmê bê kirin ku li encama sîstema firehbazneyî de li Herêma Kurdistanê tê kirin”. 

Di derbarê qeyrana Sûriye Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê gelê Sûriye biryara paşaroja xwe bide û ewê ji bo Herêma Kurdistanê girînge eweye ku Sûriye ya paşarojê Sûriyeyekî demokrat û fireh alî bê û mafên gelê Kurd jî li ber çav bigre.

Back to top button