Termê şehid li Bakurê Kurdistanê spartin axêDr.Seid Çurukkaya di şerê dijê DAÎŞê dema parastina xaka Kurdistanê dikra şehid bû. Di şerê parastina axa Kurdistanê de bi hezaran pêşmerge şehîd ketine. Başûr Bakur, Rojava û Rojhilat.. Ji hemû deverên Kurdistanê ji bo parastina xaka pêroz a Kurdistanê şer kirin û şehid bûn.Dr.Seit Çurukkaya li Kurdistana Başûr bi giranî birîndar bû. Veguhaztin Almanya û li Almanya şehid bû. Termê vî şehîdî anîn Kurdistana Başûr û bi rewrismek leşkerî hate pêşwazîkirin.Herweha ji Hewlêrê rêya Xabur re derbasî Bakurê kurdistanê kirin û konvoyek bi alên Kurdistanê hati xemilandin berê xwe dan Bingolê gundê ku dr. Seid ji dayik bûyî.Ji PDK gelek kesan û hinek endamên serkirdeyatiyê û nûnerên pêşmergeyan li gel termê şehîd çûn Bakurê Kurdistanê.Rêxistin û partiyên Kurdistana Bakur li rewrisma weşartina şehîd de amade bûn. Rêxistina ji bo kombûna xelkê li gundê şehid daxûyani belav kirin.Berpirs û endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê, PAK, PDK-T, PSK, PDK-Bakur û hinek rêxistinên din û gelek kurdên welatparêz li gundê şehid amade bûn.


