Çekdarên PYD duh êvarî hijmareke girtyên siyasî yên Encumena Niştîmaniya kurd li Sûriyê ji bo nexuşxaneyekî Qamişlo veguhistin û rewşa dû ji wan ya tendrustî xirabe.Li gor Agahiyan ku duh demjimêr 6 êvarî çekdarên PYD şeş girtyên kurd yên siyasî ji ber xirabiya rewşa wan ya tendrustî ji bo nexweşxaneya nûr ya qamişlo veguhistin.Çavkaniyê got her yek ji Mihemd Isma’îl Berpirsê rêvebir yê polîtbîroya Partiya demukrata kurdistan Sûriya û Nafeh Ebid alle û Ebid alkirîm Hacî Endamên komîta Navendî yên heman Partiyê û Selah Beyro Endamê Desteya şêwermind yê PDK-S û Dijwar Tewfîq Endamê Oîfsa sekretariyeta Yekîtiya xwendevan û ciwanên demukratî kurdistan Rojava û Ferhan Hesen endamê partiya Yekîtî kurd li Sûriya ji ber xirabiya rewşa tendrustî ji bo nexweşxaneya nûr hatin veguhistin û piştî wergirtina çareseriyê careke din ji bo zîndana elaya hatin şandin.Li ser rewşa wan jî cavkaniyê da zanîn ku rewşa her yek ji Dijwar Tewfîq û Selah beyro gelekî xirabe û pêwîstiya wan bi çareseryekî bilez heye û rewşa wan di zîndanê de xirabtir dibe.Wê çavkanyê herweha got rewşa dijwar tewfîq gelekî xirabe û metrisî li ser ji destdana cavekî heye herweha gerêkek jî di pişta wî de hatiye û pêwîstiya wî bi neştergreyekî heye.Û Selah Beyro jî rastî nexuşiya movkan hatiye û Ferhan Hesen jî rastî nexweşyekî çerm hatiye û girêkek di pişta wî de jî çêbûye û pêwîstiya wan bi çareseryekî bilez heye.Rojava
Pêş
09/11/2024
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonya li Iraqê kir
09/11/2024
Ensarioglu: Ger PKK ji holê rabe, hewcedarî bi qeyûman namîne
Têkildar
Balkêş e ?
Close