CîhanPolîtîk

Em ji we qebûl nakin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya Yehya Rehîm Sefewî şîretkarê leşkerî yê rêberê Komara Îslamiya Îranê dide ku roja 7ê vê mehê di konferensa (Kirîza ceopolîtîka cîhana îslamî)  li Tehranê de li dijî herêma Kurdistanê û bi taybetî li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê, axaftibû.Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan gotinên Rehîm Sefewî weke destêwerdan di karûbarên herêma Kurdistanê de wesif dike û dibêje gotinên bi wî awayî dê bibin sedema têkçûna têkeliyên dostane yên dîtrokî di navbera Herêma Kurdistanê, aliyên kurdistanî û Komara  Îslamiya Îranê de:- Em bi zelalî radigehînin ku gotinên Yehya Rehîm Sefewî ji serî heta binî nerast û bêesas in. Ew nikare bi tu awayî rastiya gotinên xwe bi belge û dekoment îspat bike. Em teheda wî dikin eger wî yek belge jî hebe îspat bike ku Herêma Kurdistanê gefan ji Komara Îslamiya Îranê re dirust dike. Em bi tu awayî qebûl nakin, em ji tu aliyan qebûl nakin, bi vî awayî miamile digel Herêma Kurdistanê bikin.  Mixabib ku berpirsek balayê welatek cîran bi vî zimanê neşirîn gotinên nerast li ser herêma Kurdistanê bike. Em hêvîdar in ew gotinên Yehya Rehîm Sefewî ne siyaseta fermî ya Komara Îslmaiya Îrabê be.Hikûmeta Herêma Kurdistanê  dibêje  ku pirensîpê wan yên sereke ew ku têkeliyên xurt û saxlem digel dewletên cîran û bi taybetî digel Komara Îslamiya Îranê  hebin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hokarê aramî û îstîqrara deverê ye û bi tu awayî destêwerdanê di karûbarên welatan de nake û dê liser vê pirensîpê berdewam be.Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye ku têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Îranê li ser bingehek dîrokî û hevkariya hevbeş hatine avakirin. Di rojên dijwar de Îranê û bi taybetî di cenga dijî terorê, alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û Herêma Kuridstanê jî hertim ev helwestên Îranê bilind nirxandine lê:- Di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de komîteyek bala ya karûbarên emnî heye û her du aliyan tekîd lis er wê yekê kiriye  ku divê hemû pirsên peywendîdar bi warê amnî ve di wê komîteyê de bên behis kirin, lêkolîn li ser bê kirin û çareserî jê re bên dîtin. Ji bo me gelek xerîbe ku tu pirsek di wê çarçoveyê de di wê komîteya hevbeş de nahatiye behis kirin, lê Yehya Rehîm Sefewî li pêşberî saziyên ragehandinê gefan li Herêma Kurdistanê dike.Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku miamilekirin bi herêma Kurdistanê re bi wî awayî qebûl nake û daxwazê ji berpirsên Komara Îslamiya Îranê dike her pirseke emnî hebe di komîteya balaya hevşe de, ne li pêşberî ragehanidnê,  behis bikin. 

Back to top button