Civak

Bijî Azadîya Kurdistanê, Bijî Azadîya Jinan

PAK ( Partîya Azadîya Kurdistanê ) :Em di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Dibêjin ku “Bijî Azadîya Kurdistanê, Bijî Azadîya Jinan”Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Mixabin wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin.Di vê roja 8ê adarê de jî, mixabin Kurdan bi 50 milyon nifûsa xwe hîna jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe ne karîbûn bigirin. Her çend  nêvîyê civata Kurdistanê ji janan pêk tê jî, lê jinên Kurd  li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî pêparin . Di mafên civakî, aborî, tevîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî  jin tûşî neheqîyeke mezin dibin .Şer û pevçûn û qedexeyên heyî herî zêde tesîreke xerab li ser jinan dike. Jin hîna jî tûşî şîdetê dibin.Di rewşeke weha de, em dibêjin 8ê Adara bila bibe roja bilind kirina ala azadîya jinan, bila bibe roja bilind kirina ala azadîya Kurdistanê.Îro him wek cinsîyeteke bindest , him jî wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê,  li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî û zilmên ku em tuşî dibinê, bi rûmetî em  dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.Em wek jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn; lê beşeke ku ji wekhevîyê, ji gelek mafên xwe bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hember cûdabûnên cinsî yên bi her awayî û neheqîyan dengê xwe bilind bikin, tekoşîna bidomînin.Divê em bizanibin ku, azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku derîyê gelek azadîyan vekirîye. Berîya herkesî divê em jin li vê yekê agahdar bin.Em dizanin û divê em bizanibin ku jin, helqeya ewile ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ya Kurdan. Jin pireke di navbera duhî , îro û pêşerojê de.Belê, azadîya jinan beşek û katalîzorek e di azadîya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî .Em di vê hişmendîyê de ne ku jina birêxistin , temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke birexistin e.Em wek jinên Kurd û Kurdistanî him tuşî êrîşên dewletên serwer tên; him jî di bin zext û şîddeta mêrên ku li malên me , li kargehên me, li kolanan, li girtîgehan de ne.Îro li Bakurê Kurdistanê di şerê ku hîna jî didome de jin, xort, zarok û bi giştî gelê Kurdistanê tûşî şîddeta Dewleta Tirk tên. Ji vî şerî herî zêde jinên Kurd zerarê dibînin. Jinên Kurd zarokên xwe, dayîkên xwe, xwişk û birayên xwe, taxên xwe, kolanên xwe û jîyana xwe ji dest didin.. Êrîşên li ser nasnameya wan ya cinsî û netewî her roj zêdetir dibe .Em wekî  jin, bang dikin ku li bakurê Kurdistanê şer raweste , li ser esasên sîyasî û sivîl çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê were pejirandin û  bi mixatab girtina hemû partîyên kurdan pêvajoya çareserîya sîyasî destpê bibe.Jinên Kurdan herdem bûne hedefa yekem ya dewletên serwer. Lê jinên Kurdan tu caran serê netewandin e. Di hemû serhildan û şerên Kurdan de cîhê xwe sitendin e, berxwedane. Li girtîgehan de jî tûşî îşkence, muameleyên xirab hatin lê tu carê paşve gav neavêtine.Tekoşîna Hafsa, Besê,Gulnaz, Zarîfe xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di tekoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine; tekoşîna hemû xebatkar, pêşmerge û gerîllayan di rêya zadîyê de ,têkoşîna me ye.Tekoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê tekoşîna me ye. Em li gel meşa serxwebûnê ya gelê xwe yê Başurê Kurdistanê ne, em li gel tekoşîna li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ya jibo azadî û statuyê ne.Bijî tekoşîna jinên Kurdistanê ya birexistinî, ya jibo wekhevî, azadî, edaletê û jibo mafê bistatubûyîna Kurdistanê . 08.03.2017 Komîsyona Jinan ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê )

Back to top button