Şerê PKK dike şerê dijberiya serxwebûnê ye
Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) li şaxa xwe ya Diyarbekirê di derbarê pevçûna Şingalê ku di navbera hêzên ser bi PKK’ê ve û Pêşmergeyên Kurdistanê de derketî de daxuyaniyek da çapemeniyê û ji PKK’ê xwast ku ji Şingalê derkeve.Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye (PDK-T) di derbarê pevçûna li Xanesor a Sinuna Şingalê derketî de daxuyaniyek da û amaje kir, ku di binê vê pevçûnê de tilîya Îranê heye.Daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye Mehmed Emîn Kardaş ve hatî xwendin .Kardaş Got:Şingal Ne Cihê PKKê ye Û Divê Zû Ji Navçeyê Derbikeve!Çekdarên YBŞ ku girêdayê PKKêne roja 03.03.2017 li devera Xanesorê êrîşî Hêzên Pêşmergeyên Roj kirin û di encam de şer derket. Li başûrê Kurdistanê li ser xaka Kurdistana azad şerkirina li diji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tenê di xizmeta welatên dagirker de ye.Tê zanin ku ji berîya YBŞ; Êrîşî Hêzên Pêşmerge bike, berpirsên pasdarên Îranê û fermandarên Heşda Şeîbî serdana Şingalê kirine. Û li gel berpirsên YBŞ hevdîtin pêkanîne.Piştî ko di navbera çekdarên PKKê û Hêzên Pêşmergeyên Roj de şer derket, Hêşda Şeîbî pêşmerge tehdît kirin û YBŞ wek hêzeka xwe bi nav kirin.Baş tê zanin ku, YBŞ girêdayê PKK’ê ye û mûçeyên xwe ji Bexdayê werdigrin û wek hezek ya Heşda Şeibî kar dikin .Di vê qonaxa ku Başûrê Kurdistanê ber bi ragihandina serxwebûna dewleta Kurdistanê ve diçe, hêzên ku li dijê serxwebûnê ne, bi provakasyona dixwazin astenga peyda bikin.Lê em bawer dikin ku ne hêzên biyanî û ne jî hêzên herêmî, xwe çawa bi nav dikin, bila bikin, nikarin di rêya serxwebûna Kurdistanê de astengiyan derbixînin.Daxwazên me:Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê- Tirkiye (PDK/T) êrîşa çekdarên PKKê li himber Pêşmergeyên Roj bi tûndî şermezar dikin.Em bi hemû awayî di vê derbarê de piştgirtiya hemû biryarên Serokatiya Kurdistanê û Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin. Hêzên rewa li Başûrê Kurdistanê bi tenê hêzên girêdayê bi Wezereta Pêşmerge û hêzên girêdayê bi Hikumeta Herêma Kurdistanê ne.PKK bi biryara Îranê û Nuri Malikî dixwaze li Başûrê Kurdistanê aloziyan peyda bike.Piştî êrîşa YBŞ li ser Hêzên Pêşmergeyên Roj, li Rojavayê Kurdistanê çekdarên PYD’ê; girtin ser ofisên Partiya Demokrat a Kurdistana Suriye û ENKSê. Avahî yên wa şewitandin û Ala Kurdistanê ji ser avahiyan anîn xwarê.Çekdarên PYD’ê li ser malên gelek berpirsên Partiyên Kurdistana Suriye de girtin û ew ji malên wan derxistin û ber bi deverek ne diyarve birin.Banga me li hemû aliyên Kurdistanê û Kurdistaniyan ew e: Ji nûha û pêve vê rastiyê bibînin û ji şîretkirinan û temeniya behtir helwestek zelal bidin nîşandan.Divê hemû hêzên siyasiyên Kurd berpirsiyariya xwe baş bizanibin û bi hişmendiyeke netewî tevbigerin ji ber kû Şengal axa Kurd û Kurdistanê ye.Ev şer ne şerê di nava hêzên Kurdistani de ye. Ev şerê djitiya serxwebûna Dewleta Başûr’ê Kurdistanê ye.Kurdistan a hemû Kurdistaniya ye, em dê bi hev bi şêwirin û bihev re biryar bidin. Bijî PêşmergeBijî Kurd û Kurdistan..Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye(PDK/T)07.03.2017