CîhanRojev

Biden peyamên girîng dide

Serdana serokê Amerikayê ya Rojhilata Navîn, dikare bibe destpêkek nû ya cureyê pêwendiyên Amerika û welatên Rojhilata Navîn.

Joe Biden ewilê serdana Îsraîl kir, li gel rêveberiya Filistin civiya. Piştî komek hevdîtin li gel berpirsên Îsrail berê xwe da Siudiyê. Biden serast çû bajarê Cîdeyê da tevlî Lûtkeya Welatên Encûmena Alîkarî ya Kendavê dibe, peyamekê dide û dibêje ku heta radeyekê nêzîkbûnek di nêrîna Washington û Riyadê de li ser mijara Îsraîlê heve û pêwendiyên wan çûne qonaxeke din.

Serokê Amerîkayê dibêje, êdî Îsraîl zêdetir ligel welatên navçeyê hevahengiyê dike û ew rola Îsraîlê bihêztir dikin.

Serokê Amerika li gel berbirsên Siudiyê hevdîtin pêkanîn û da xûyakirin ku, pêwendiyên herdu welatan ketiye pêvajoyek nûjen de. Di konferansek rojnemevanî de Biden dibêje: Em li Rojhilata Navî de tu valehiyekî nahêlin ku, Rusya û Çîn tejî bike. Di derbarê Iraqê de jî Biden got: Piştî çend salan ji hewlên têkçûyî, em niha gihîştine rêkeftinekê ji bo girêdana torên elektrîkê yên Iraqê bi rêya Kuweyt û Erebistana Siûdî bi torên Kendavê ve girê bidin û Iraqê baştir yekpare bikin di nav navçeyê de û kêmkirina girêdana wê bi Îranê ve kêm bikin. Rayedaran anîne bîra min, dema ku ez cîgirê serok bûm, min hewl dida ku bigihêjim wê armancê, di dawiyê de jî armanc pêk hat.”

Back to top button