CîhanRojev

Balefirên Îsrail baregehên Hamasê kirin armanc

Balefirên şerên Îsrail li Xezayê du baragehên Hamasê bombebaran kirin. Di derbarê vê êrîşê de Artêşa îsrail daxûyaniyek ragihand û dibêje;

Balefirên şerşer kargeha mûşekan a Hemasê û 2 nuqteyên cuda yên ku çek lê tên çêkirin kirine armanc.

Îsraîlê diyar kir ku êrîş li dijî mûşekên ku bi şev ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin hatiye kirin.

Hat destnîşankirin ku kargeha mûşekan a ku hat armanckirin di nav kargehên mûşekan ên li Xezeyê de herî mezin e.

Di dema êrîşê de, li herêmê dengên teqînên dijwar hatin bihîstin, li ser kuştî an jî birîndaran de agahî nehat dayîn.

Balefirên Îsraîl baregehên Hamasê kirin armanc

Back to top button