Polîtîk

Biden destxweşiyê li Pêşmergeyên Kurdistanê kir

Êvariya îro çarşem 17.12.2014 birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku karîne serkeftineke ber bi çav bi dest bînin û sersamiya xwe bi şiyan û azayetiya Pêşmerge nîşan da.

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka carekî din piştgîriya Hikûmeta Amerîka li berengarbûna terorîstan de ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û ragihand ku hûn hêviya hemû cîhana azad û wan hemû kesane ku dijî terorê ne, ji bo wê yekê hevpeymaniya navdewletî li piştevaniya Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka di derbarê derxistina navê Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ji lîsta reş ragihand ku ev demeke dirêje em bi xwe û Kongres kar li ser vê babetê dikin, ji ber ku birastî danîna navê wan dû partiyên Kurdistanê li wê lîsteyê de karekî gelek ne bi cîh û ne hêja bû û xweşbextane piştî hewldanan niha Kongres bi yasa wê yekê çespand ku nedibûya navê wan dû partiyan li wê lîsteyê da bê û bi fermî navê wan ji lîsteyê hate derxistin û eve jî dibê sedema hêsankarî û rê xweşker ji bo pêdana vîzeyê bi endamên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê.

Li beranber da Serok Barzanî spasiya xwe ji bo Serok Obama û birêz Biden û gelê Amerîka û hevpeymaniya navdewletî derbirî ji bo wan piştgîriyên ku pêşkêşî gelê Kurdistanê kirine û ragihand ku ew piştgîrî û hevkarî hêzeke zêdetir daye gelê Kurdistanê, bi taybet jî beşdarîkirina hêzên asmanî ya hevpeymanan bandoreke xwe ya zêde hebûye.

Her li vê peywendiya telefoniyê da rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê jî hate nirxandin.

Back to top button