Polîtîk

Al nîşana serxwebûnê ye

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Pergala cihana modern, pergala netew dewletan e. Ji bo ku em jî di nav vê pergalê de cih bigirin, navekî me hebe û hebûna me ji aliyê cihanê ve bê qebûlkirin; divê em jî xwedî netew dewletek bin.

Di nav vê pergalê de hebûna me girêdayî hebûna dewleta me ye û nîşanên wî jî sembol û nirxên me yên netewî ne.

Nîşana herî ber bi çav a hebûnê, al e. Ji ber ku cihê ku al lê bilind bibe tê wateya ku ew der cihê desthilatdariyê ye û al bi xwe nîşana serxwebûnê ye.

Em wek netewek ku welatê me hatiye dagirkirin û perçekirin, divê ji her netewî zêdetir li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Xwedî lê derketina nirxên netewî, wê bi xwe re hişmendiya netewî bîne û ev jî wê li ber me rêya serxwebûnê veke.

Îro, roja Ala Kurdistanê ye. Ala ku Pêşewa Qazî Mihemed berî 68 salan emanetî Nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye. Pê bawer bûye ku wê Ala Rengîn li hemû derên Kurdistanê bilind bibe. ŽÎro ev bar li ser milên me ciwanên Kurdistanê ye. Divê em layiqî têkoşîna wan bin û ji mîrasa ku ji me re hiştine re xwedî derkevin.

Taybetiya vê rojê heye, lê ji bo me divê heta roja serxwebûnê her roj wek roja Ala Kurdistanê be. Loma divê em tu caran alên xwe danexin.

Tevger, malbateke mezine. Mixabin me di demek nêz de birayekî xwe wenda kir. Ya wî di dilê me de ye. Serokê komeleya me ya Sêrtê Kak Dilgeş Bîlek, berî demeke kin jîyana xwe bi dawî kir. Ewê tim bi me re be û emê bi xebatên xwe wî bi bîr bînin.

Çalakiya me ya îro, piştî wî çalakiya me ya ewil e. Ewê tim bi çalakbûna xwe, fidakariya xwe û bi wêragiya xwe di bîra me de be. Wek ku ji bo li hember terorîstên DAÎŞê şer bike pêşiya me teva çû eniya şer, ji îro pê ve di hemû xebatên me de jî wê bîranînên wî pêşengê me be. Ewê serokê komeleya me ya Sêrtê Kak Dilgeş Bîlek tim di bîra me û di dilê me de be.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

 

Back to top button