
Tifaqa 6 qolî, ango Tifaqa Millet, bername û daxwazên xwe ji bo raya giştî eşkere kir. Nivîskar Ahmet Altan li ser naveroka peymanê tifaqa maseyê 6 kolî nivîsek nivîsand û dibêje: Pirsgirêka bingehîn a vî welatî pirsa Kurd e.

Ahmet Altan
Em welatiyên heman welatî ne.
Em li ser heman axê dijîn.
Ji ber vê yekê, em hemî wekhev in?
Werin em bêhtir bipirsin.
Ma Kurd û Tirk wek hev in?
Bê dudilî dê hebin yên ku bibêjin “Helbet em wekhev in”.
Em çiqasî bi Kurdan re wekhev in?
Tirk bi Tirkî, Kurd bi Kurdî diaxêvin.
Zimanê fermî yê dewletê çi ye?
Tirkî.
Ji ber vê yekê em di ziman de ne wekhev in, zimanê komeke ku li welêt dijîn zimanê “fermî” yê welêt e, zimanê koma din a mezin ne “fermî” ye.
Li welat perwerde bi kîjan zimanî tê kirin?
Tirkî.
Dibistanên ku bi kurdî perwerde tên dayîn hene?
Na.
Li zanîngehên ku bi kurdî dersê didin hene?
Na.
Perwerde bi îngilîzî û fransî jî dikare bê kirin, lê ne bi kurdî.
Ji ber vê yekê em di perwerdehiyê de jî ne wekhev in.
Li gorî makezagonê ji welatiyên vî welatî re çi tê gotin?
Tirk.
Başe ji Kurdan re çi dibêjin?
Ji wan re jî dibêjin tirk.
Kurd Tirkin?
Na.
Îcar çima em ji wan re dibêjin tirk?
Ji ber ku destûra bingehîn wiha dibêje.
Li gorî makezagonê welatiyên vî welatî dikarin Kurd bin?
Nikarin..
Ji ber vê yekê em li gorî destûrê ne wekhev in.
Em ne di ziman de, ne di perwerdehiyê de, ne di makeqanûnê de ne wekhev in.
Başe, em çewe û kijan mijaran de wekhevin?
Dema em diçin leşkeriya icbarî em wek hev in, bêyî ku cudahiyê bikin navbera kurd û tirkan, her kesî rêdikin leşkeriyê.
Dema bacê didin em wek hev in, ji her kesî bacê distînin bêyî ku tu cudahiyê di navbera kurd û tirkan çêbikin.
Ji ber vê yekê em di “berpirsiyariya xwe” ya li hemberî dewletê de wekhev in.
Lê tiştên ku em ji dewletê distînin de ne wekhevin.
Ma hûn difikirin ku ev adilaneye?
Wan bibin leşkeriyê, bacê ji wan bigirin, lê zimanê wan, perwerdehiyê, wekheviya destûra bingehîn qebûl nekin.
Paşê bipirsin “çi xelet e”.
Paşê jî ji wan bipirsin :”Hun çima pirsgêrêkan dertêxin ?”
Wan bikujin û bavêjin bîran, li kolanan gulebaran bikin, li girtîgehan îşkence bikin.
Dema hûn li vê rewşê dinêrin li gorî we bingeha “pirsgirêka kurd” çi ye?
Ez difikirim ku tenê sedemek vê pirsgirêkê heye.
Newekhevî.
Wek ku, gelek yê din Dîl dibine.
Dibêjin, “Hûn ê nijada min, zimanê min, serdestiya min qebûl bikin”.
Çima em bi Kurdan re ne wekhev in?
Dibêjin “Eger em wekhev bin, heman mafan bidin wê welatê me parçe bibe”.
Welatê kê parçe bibe?
Welatê me.
Em kî ne?
Tirkin.
Îcar kurd kî ne?
Ma ev welat ne welatê wan e jî?
Bersiv amade ye, “helbet ew jî welatê wan e.”
Baş e, ev der axa “me hemiyan” e, ma çima tirsa me ya li ser welêt “wekhev” nîne?
Em ji ”parçebûnê” ditirsin, lê çima kurd ji ”parçebûnê” natirsin?
Başe ev welat, welatê me yê hevbeşbe metirsîyûn me jî li ser vî welatî ne gerek wekhevbin?
Em ditirsin, ji ber ku em difikirin ku em û Kurdan ne wekhevin, em wan wek dîl dibinin û metirsiya me ewe ku ew bixwazin ji vê bindestiyê xilasbibin..
Heger liv î welatî de, ji du gelên mezin yek hewl bide serdestiya xwe li ser yê din ferz bike, dê herdemî ji “ parçebûnê“ bitirse..
Dê di dawîyê de jî parçe bibe.
Heger zimanê kurdan yek ji zimanên fermî bûya, bi kurdî perwerde bibûna, bi makezagonê mecbûrî nedibû ku ji wan ra bibêjin ”tirk” dê li Tirkiyê pirsgirêka kurd çêbiba?
Nemimkûne.
Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêkê diyar e.
Wekî din, gelekî hesaniye jî.
Em wekhev bin, pirsgirêk diqede.
Çima em pirsgirêkê çareser nakin?
Ji ber ku em naxwazin bibin “wekhev”.
Baş e, “çima em naxwazin bi Kurdan re bibin yek?”
Çi tirkan ji kurdan bilindtir dike?
Em ji wan pirtirin û me arteşek heye?
Ma ew çek e?
Ger hûn ji destpêkê ve çeken xwe derêxin holê, çima hûn bi teqîna çekan li çiyan matmayî dimînin?
Hûn çeke xwe rakin, bi darê zorê `meznahiyê` nekin li çiyan denge çekan namîne.
Pirsgirêk jî namîne.
Lê pêşî, qebûl bikin ku li ber Xwedê û evdê jî divê mirov wekhevbe.