Girtigeha Diyarbekirê dibe Muze!

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Amedê de gotibû dê bibe, radestî rêveberiya Muzeya hate kirin.

Ji bo hilweşandina hin avahiyên girtîgehê wê biryara lijneyê bê dayîn, hin avahî jî bên bi temîrkirin. Qada girtîgehê  204 metre çarkoşeye. Piştî destwerdanek berfireh dû bibe  ‘Muzeya Bîranîn û Etnografiyê’.

Li ser vê yekê 270 girtî û 170 personelên li girtîgehê sewqî girtîgeheke din a bajêr hatin kirin. Girtîgeha ku dê wekî ‘Muzeya Bîr û Etnografiyê’ bixebite ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Mîrateya Çand û Muzeyan veradestî Midûriyeta Muzeya Amedê hat kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: