Bi sondê her kesî dikirin Tirk

Kesê ku bi sondê her kesî kiriye Turk, Dr. Reşit Galibê kurê Mihemed e, di 1893an de ligirava Rodosê hatiye dinyayê, piştî metnê sondê “andimiz” û yê bangê bi tirkî derxistiye, 5ê Adara 1934an de bi nexweşiya zatûreyê li Enqerê miriye.

Navî vî devşîrmeyê nijadperestê “Tirk” yê rastî, Mustafa Reşit Baydur e. Ew yekî pir nêzê Mistefa Kemalê Makedonî bû, herweha yek ji rêveberê rêxistina Itihaq û Teraqiyê bûye jî.

Reşit Galib li ser daxwaza Mistefa Kemal, di 1925an de sê caran bûye parlemanê bajarê Aydînê. Di wan dadgehên Îstiqlalê de ku weke qesabxane kar dikirin jî, bûye endamê birêvebiriyê. 1932-33 bûye wezîrê perwerdeyê û di zanîngehan de gelek dijtoretiya Anatoliyayê daye kirin. Wî di Saziya Dîroka Tirk û Saziya Zimanê Tirkî de jî rêvebirî kiriye. Di anîna xelkê ji Selanîkê bo Tirkiyê jî, dilqekî mezin daye leyîztandin. Di 1930 de bûye rêvebirê saziya Turk Ocaklariyê. Herweha sernivîskariya kovara Öz Dilimizê jî kiriye.

Ji roja 23ê Nîsana 1933an ku wî metnê sondê nivîsiye û bi zarûkan dane xwendin, piştre kabîneya wezîran jî ew kiriye zagon, ji wê rojê heta du roj berê jî, ew sond her roja yeşemê li hemû dibistanên Tirkiyê bi zarûkan didane xwendin.

Sonda wî ev bû:
Tirk im, rasgo me, jêhatî me
Zagona min zarûkan diparêze
Rêz li mezinan digire…

Lê belê di 1972an de hin zêdeya herî nijadperestî li vê sondê hatiye zêdekirin, ev jî ev bû:
“Hebûna min bi gorî hebûna Tirkan be”

Niha li bajarê Aydin û Naziliyê, navê wî li du kolanan jî danîne. Kesek bi navê Yener Oruc melaqî jê re kiriye û pirtûkek bi navê “Fedaiyê Ramana Ataturk Dr. Reşîd Galib” jî nivîsiye.

Piştî ku Kemalîstan biryara banga bi tirkî dane, dîsa Reşîd Galibê oldijmin metnê bagê nivîsiye û bi îmaman weke “Tanrî Ulûdur…” dane gotin.

Bi kurtî ger bête gotin:
Dr. Reşîd Galib, ji girava Rodosê ye, Itihadcî bûye, di konferansa Mêjûya Tirk de gelek peyvên ku ji Tirk û Tirkîtiyê dûr in gotine û gotiye: “Bisilmantî ola Tirk a nijadî ye. Herweha Ibrahîm Pêxember, Ismail û Mihemed Pêxember jî ji nijada Tirk in”, yê ku îdama Şêx Seîd û 460 Kurdên bêguneh jî daye kirin, ew bi xwe bûye.

Ji roja 23ê Nîsana 1933an hetanî roja 08/ 10/ 2013an, gotinên vî bêolî bi zarûkên Kurd û hemû xelkên Anatoliyayê weke sond didane xwendin.
Spas ji Xwedayê mezin re ku îro êdî zarûkên me wê sonda bi derewan dagirtî naxwînin…

Stockholm 09/ 10/ 2013

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: