Polîtîk

Paşnavê wan ji Yeksêv destpêdike heta Nehsêvan diçe

Rojeva Kurd: Gundekî Romenî ya li nav sînorê Tekirdagê bûne qurbana Yasaya Paşnavê û fermanberekî dewleta Tirkiyê navê hemû eşîretên wan wiha bi nav kiriye, YEKSÊV, DÛSÊV, SÊSÊV, ÇARSÊV, PÊNÇSÊV, ŞEŞSÊV, HEFTSÊV, HEŞTSÊV, NEHSÊV.

Wekî ku tê zanîn piştî ku dewleta netewa Tirkiyê hate damezrandin xwestin hemû kêmneteweyan ji resenayetî û neteweya wan dûr bixin û bi vê armancê jî Yasaya Paşnavê derxistin, çawa ku li Kurdistanê navên cografîk û eşîr û bapîran guherandin heman awayî Kurdên niştimanperwer jî bi paşnavên Tirk, Tirkê Resen(OZTURK), Ebdê Tirk(TURKEKUL) hwd… bi nav kirin.

Heman awayî kêmneteweyên din jî rastî vê biryara ne mirovane û hovane bûn. Li Gundê Ballihoca ya Muratliya Tekirdagê jî fermanbereke dewleta Tirkiyê ji xelkê gund aciz bûye û paşnavê xelkê Romenî YEKSÊV, DÛSÊV, SÊSÊV, ÇARSÊV, PÊNÇSÊV, ŞEŞSÊV, HEFTSÊV, HEŞTSÊV, NEHSÊV guherandiye.

Hêjayî gotinêye ku gundê Ballihoca ji 250 malan pêkhatiye û hejmara nifusa gund 640 kesin û paşnavê hemûyan jî Sêv e.

Back to top button