Bi sedema heqaret Erdogan kirye doz lê hatiye vekirin

Aliye Yabansu jinek Kurde ji navçeya Siwerekê ya girêdayê Rihayê ye.Aliye 96 saliye û bi sere xwe cihekî 40 metreyî de dijî,nexweşe û ji bo nexweşîyê û temenê mezin ji pizijkan rapora wê heye ku,akile wê ne temame û ew nikare sefera bike.

Sala 1919ê, bê ku ew bizane vîdeoyek a wê hatiye kişandin û ew video di medya civakî de hatiye weşandin. Bi tu awayî hayê jina kurd ji vê yeke tine. Kesekî rabûye bi sedema ku Aliye heqaret serokkomarê Tirkiye Erdogan kiriye di derbarê wê de li Dadgeha Siwerekê de doz vekiriye. Dozer daxwaz kiriye ku ji bo tenduristiya(akile wê ne temame) Aliye nebaşe divê di derbarê wê de bi sedema ku heqaret li Erdogan kiriye tedbirek bê standin.

Herweha dadgehê biryar daye ku Aliye di nexweşxaneyekî de di bin çavde bê girtin. Siwerekê bajarek mezine û nexweşxane lê heye, lê bi çi mebestêye nayê zanîn , dadgehê biryar daye ku Aliye di nexweşxaneya bajarê Kayseriyê de di bin çavde bimîne. Ji aliye pizişkan ve rapor heye ku jina 96 salî nikare sefere bike.

Aliye Yabnasu di mala xwe de

Li himber vê biryara dadgehê parêzerê Aliye îtiraz kiriye û di itiraza xwe de dibêje: Ev jin bi sere xwe nikare pêwistiyên xwe bi cih bîne seferek ku 8 demjimêra berdewambike ji bo vê jinê dibe wek îşkenceyekî. Jinek ku temenê wê nêzik 100 sala dibe,herê bajarek nenas û kesekî nasneke weke ku hun yekî bi saxî veşêrin û binax bikin.

Tê zanin ku cihê herî nêzikî Siwerekê Diyarbekirê. Navbera Diyarbekir û siwerekê 80 kilometir e. Çima ne Diyarbekir lê Keyserî?

Roj bi roj bûyerên bi vê awayî trajik li Tirkiye rûdidin. Ev yek bi xwe delileke ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê civat çikas tehrîbat bûye û rewşa civatê bi awayekî têkçûye.

Nerîna min :