
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, di civîna xwe ya 18emîn de, bi piraniya dengan biryar da ku serdana Îmraliyê were organîzekirin. Civîna ku bi awayekî girtî pêk hat, Partiya Gel a Komarî (CHP) beşdarî civînê nebû. 32 endamên komîsyonê dengê “Erê”, du kesan dengê “Na” dan û sêyan jî bêalî man. Partiyên siyasî yên ku komên wan ên parlemanî hene, divê heta sibê navên endamên komîsyonê yên ku dê biçin Îmraliyê radestî Serokê Parlamentoyê bikin.
Komîsyona “Tirkiyeya Bê Teror” îro bi rojeva “Îmraliyê” civiya. Civîna 18emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê saet 14:15an de dest pê kir. Xala sereke ya rojevê serdana plankirî ya Îmraliyê bû.
Civîn bi girtî hat lidarxistin, biryar hat dayîn ku li ser serdana Îmraliyê dengdan bê kirin. CHP, ku li dijî civîna girtî derke û beşdarî civînê nebû. Biryara serdana Îmraliyê bi piraniya dengan hat dayîn. 32 endamên komîsyonê dengê “Erê”, du kesan dengê “Na” dan û 3 jî bêalî man.
Navên kesên ku dê li ser navê komîsyonê biçin Îmraliyê dê ji hêla partiyên siyasî bi komên xwe yên parlementoyê de werin destnîşankirin. Divê partiyên siyasî bi komên xwe yên parlementerî navên endamên komîsyonê yên ku dê biçin Îmraliyê heta sibê ji Serokê Meclîsê re ragihînin.
Navên endamên MHP û DEM Partiyê yên ku dê biçin Îmraliyê hatin eşkerekirin. Cîgirê Serokê MHP Feti Yıldız got, “Ger dengdan bibe ‘erê’, divê dengdanek vekirî were kirin. Ez ê li ser navê MHP biçim.” Berdevka Partiya DEM Ayşegül Doğan jî ragihand ku Cîgirê Serokê Komê Gulistan Kılıç Koçyiğit dê di şandeyê de nûnertiya partiya xwe bike.
CHP jî di derbarê serdana Îmraliyê de biryara xwe daye. Cîgirê Serokê Koma CHP Murat Emir diyar kir ku partiya wî dê nûnerek neşîne Îmraliyê. Daxuyaniya Emir wiha bû: ” Ji bo çûyina Îmralî em endama nadin û vê yekê jî rast nabînin.”
Di heman demê de, Partiya Demokrat, di daxuyaniyekê de ku beriya dengdana komîsyonê hat weşandin, ragihand ku heke endamên wê biryar bidin ku biçin Îmraliyê, ew ê ji komîsyona “Tirkiyeya Bê Teror” vekişin.


