Bi hezkirin Mistefa Barzanî bibîr tînim

Kurd di sedsala 19. de bi desthilata Osmanî re di şerekî bê aman de bûn. Dîmenê giştî û hêjayî behskirinê yê vî şerê bi vî rengî bû; mîr, şêx û serokeşîrên Kurd ku bi Osmaniyan re di şer de bûn, piştî demekê, yan di qonaxeke diyarkirî de, xwe radestî dewleta Osmanî dikirin.

Ew mîr, şêx û serokeşîrên Kurd ku xwe radestî dewleta Osmanî dikirin, dest bi lûbandin û daxwaza lêborînê ji Osmaniyan dikirin, piştre jî li sirgûnê tenê gilî dikirin ku meaşê wan kêm e û têra wan nake! Em dikarin bêjin tevahiya serhildan û bizavên dijberiyê yên sedsala 19. di proseyeke bi vî rengî de derbas bûn. Di sedsala 19. de, di demên cuda cuda de, serhildan û berxwedan hebûn ku salekê du salan dom kirin û dawiya wan jî timî teslîmbûn bû.

Di sedsala 20. de jî, di destpêka dirustbûna komara Tirkiyeyê û salên dûre de jî, heman dîrok derbarê serhildan û berxwedanan dubare bûye. Lê tena kesê ku li derveyî wê rewşê ma, Mistefa Barzanî bû. Barzanî di hewldaneke bê navber û mişt ji xwe bawerî de bû, daku qet nekeve destê dijminên xwe de. Ev helwesta Barzanî ku xebata wî ji dawiya sala 1920ê dest pê dike û di 40, 60 û 70an de didome, di dîroka Kurdan de helwesteke ku cîhê lê hûrbûnê ye. Mistefa Barzanî bi berdewamî ev yek ji hevrêyên xwe re jî tekez kiriye û ew şiyar kirine ku qet nekevin destê dijmin û tedbîrên pêwist bistînin daku rastî teslîmbûnê nebin.

Bi dirêjiya dîroka xebata Barzanî tiştek nebû bi navê radestbûnê. Eger tevlî hemû tedbîran biketa destê dijmin de jî, teslîmbûn, daxwaza lêborînê û poşmanî, qet nebûne.

Mistefa Barzanî di 1947ê de, di heyama Komara Kurdistanê li Mehabadê, heman tişt bo Qazî Mihemed pêşniyar kir. Qazî Mihemed digel ku teslîmî Îranê bû, lê nabe wê helwestê jî ji bîr bikin ku di proseya dadgeha xwe de çok nedanî, daxwaza lêborînê nekir û poşman nebû, lê berevaniyeke bê navber li Kurdan û mafên wan kir.

Mistefa Barzanî ji xeynî vê taybetmendiya wî ya bingehîn, taybetmendiyeke girîng ya din jî hebû. Barzanî wek serokê PDKê ew kes e ku pirr bi başî ji siyaseta serdest li cihanê fêm kiribû. Di vê çarçoveyê de wek serokekî baş ji rola Amerîka û Sovyetê di siyaseta dinyayê de fêm kiribû. Dizanî Sovyet tiştekî baş ji Kurdan re nake. Ew di wan salan de gava bi pêşmergeyên xwe re li wir penaber bû, dûre jî ji ber helwest û reftara Sovyetê gihiştibû wê baweriyê. Bi ser de jî ew jî hatiye zanîn ku şêwirmendên Sovyetî yên Saddam Husên di proseya Enfal, Helebçe û qirkirina Kurdan de alîkariya Saddam kirine.

Lê Amerîka ti qenciyê bi Kurdan re dike? Dibe ku bike yan neke, lê eger qenciyek bi Kurdan re bê kirin, dibe ku bi rêya Amerîka be. Di baweriya min de Mistefa Barzanî bû ku bo cara yekê ev têgihiştin çêkir. Girîng e ew têgihiştin dirust bibe ku bê zanîn ku bi hevrikî û şerê ligel hêzekê ku siyaseta dinyayê diyar dike û birêve dibe, nagihîje ti cîhî!

Karbidestên Sovyetê qet mafê çarenivîsa gelan di qezenca Kurdan de şîrove nekirine, bi berdewamî rê li ber wê yekê digirtin ku Kurd li Rojhilata Navîn bibin xwedî pêkhateyekê. Di navbera bîrdozî û pratîkê de zêdetir cudahiyeke zêde heye. Nemaze jî di pirsa Kurd û Kurdistanê de bi vî rengî ye! Ev demekê dewlet gelê Kurd binpê dikin, ev cudahî li dijî Kurdan e.

Di salên 1975 û 1991ê de, di bin sîbera siyasetên Amerîkayê de, derbên kujer li Kurdan ketin, lê sala 2003yê prose pirr cuda derket. Êrişa eskerî ya Amerîkayê di sala 2003yê de bû sedemê hilweşandina rêjîma Saddam Husên. Artêşa Îraqê hat hilweşandin, partiya Baasê û dezgeha sîxuriyê jî bi heman awayî hatin rûxandin, çekên tevkuj ji navê hatin birin, rê li ber Kurdan vebû, rêveberiya Herêma Kurdistanê bi vî awayî dirust bû. Bêguman Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe êrişî Îraqê kir, lê kifş e jî ku rêveberiya Herêma Kurdistanê piştî vê êrişê bi tevahî hat pêkanîn. Dîsa rastiyeke din jî heye ku nabe bê ji bîr kirin ku rêveberiya Herêma Kurdistanê, digel ku Amerîka û Tirkiye jî ne razî bûn bi dirustbûna wê, lê di encama xebata berdewam ya Kurdan de çêbû. Xebata rewa ya Kurdan wisa kir ku Amerîka jî di dawiyê de razî bibe û vê rastiyê qebûl bike.

Di heyama Saddam Husên de samana xwezayî ya Kurdistanê di berjewendiyên aborî û siyasî yên rêjîma wî de dihatin bikaranîn. Beşek ji pereyên ku ji firotina petrola Kurdistanê diketin destê rêjîma Îraqê de, dikirin mayîn, bombe, xaza jehrê, Enfal, hejarî û hejarkirin û li ser Kurdan dibarand! Lê belê îro rêveberiya Herêma Kurdistanê di hewldaneke zêde de ye bo avakirinê. Rê, pir, bendav, nexweşxane, dibistan, zanîngeh, taxên nû, avahî û cîhên akincîbûnê tên çêkirin. Kurd vêga dixebitin daku bibin xwediyên serwetên xwe yên xwezayî û gaz û petrola xwe. Zimanê kurdî, çanda kurdî û huner û edebiyata kurdî di pêşketin û pêşveçûnê de ne.

Di vir de dîsa pêwist e balê bikişînin ser taybetmendiyeke din a hêza Mistefa Barzanî. Barzanî Kurd ma û hesta wî ya Kurdîniyê pirr xurt bû. Bi liberçavgirtina pêgeha cîranan û rewşa dinyayê, fêm kiribû ku Kurd çiqasî hatine binpêkirin. Pirr girîng e qala vê taybetmendiyê bikin, ji ber ku bi dirêjiya salên kolonîkirinê, eger deverek nehatibe kolonîkirin jî, yanî tenê dewlet bi bername bo guherandina pêkhateya wê xebitîbe, êdî hesta netewî sar û xilmaş dibe, mirov digel ku dibêje ’Kurd in’, lê ji Kurdîtiyê tên dûrxistin. Li cîhekî ku dewletê bi awayekî zêde hewldana tinekirinê dabe, mabûna wek Kurd û parastina Kurdîtiyê pirr giranbiha ye.

Bi hezkirin Mistefa Barzanî û hevrêyên wî yên xebatê bibîr tînim.


Îsmaîl Beşikçî

 

*Nivîskar û civaknasê tirk Îsmaîl Beşikçî xwediyê gellek lêkolînan e li ser pirsa Kurd û şoreşa Kurdistanê. Ji ber van berheman û parastina mafê serxwebûna Kurdistanê 18 salan di zindanên Tirkiyeyê de maye.   

 

Rudaw              

Nerîna min :