Civak

Bi fermana serokê Kurdistanê 207 girtî hatin azadkirin

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da, ku 207 zîndanîkirî bihên azadkirin û ji zîndanan derbikevin. Ev zîndanîkirîyên han jî, yên bingehên sazgarîyê yên Hewlêrê, Silêmanîyê û Duhokê ne.

Serokê dîwana serokatîya herêma kurdistanê Fu`ad Huseyn di evê bareyê de ragihand, ku bi boneya cejna qurbanê serokê herêma kurdistanê ferman da, ku 207 kesên zîndanîkirî bihên azadkirin.

Fu`ad Huseyn got: ev zîndanîkirîyên han ji ber berjewendîya giştî û ji ber ku reftar û rewiştên wan jî nerm bûne, ew kevtin ber lêborîna cenabê serokê herêma kurdistanê de.. komîteyeka qanûnî jî serperiştîya dosyaya evan zîndanîkirîyên azadkirî dike.

Di evê bêjedana xwe de Fu`ad Huseyn da zanîn, ku lêborîna taybetîya serokê herêma kurdistanê ji bo ewê yekê ye, da ku derfetek ji evan zîndanîkirîyan re çê bibe û da ku dîsan di nav civakê de bibin mirovên asayî (normal).

 

PNA

Back to top button