Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Talabanî kir

Rêzdar serokê komara Iraqê Mam Celal Talebanî..

Hilbijartina cenabê we ya careka din ji bo serokatîya komara Iraqa federal, cihê şanazî û şadbûna me ye û bi vê boneyê, ez pîrozbahîyên germ pêşkêşî we yên rêzdar û xelkê Kurdistanê û hemû hêz û alîyên siyasîyên Kurdistanê û Iraqê dikim.

Bi destxistina posta serokatîya komarê, destkeftekî neteweyî yê gelê kurd e û buha û giringîyeka xwe heye. Herweha, ew nîşana serkeftina pêşniyarên serok Barzanî ye, ku bû egerê rizgarbûna Iraqê ji wê krîza aloza siyasî ya ya ku dijiya. Herweha, niyeta pak a serokatîya kurd jî, di biwarê avakirina Iraqeka demokratîk, federal û akincî de bi cih kir.

Aşkira ye jî, ku yekrêzîya cemawerê Kurdistanê û hêz û alîyên siyasî, bûn egerê ku parlemento careka din bawerîyê bide we. Em hêvîdar in, ku ev qonaxa li pêş derfeteka din ji bo bêtir cihgîrkirina demokrasîyê û jîyana bi hev re ya aştîyaneya navbera hemû pêkhatên oldarî û neteweyîyên Iraqê û çareserkirina pirsên hilawîstî pêşkêş bike.

Careka din ez pîrozbahiyên germ li we û gelê Kurdistanê û hemû gelên Iraqê dikim û hêvîya serkeftinê ji we re dixwazim û hêvîdar im, ku temenê we dirêj be.

14.11.2010

Nêçîrvan Barzanî
Cihgirê serokê Partîya Demokrata Kurdistanê

Back to top button