Cîhan

NY : Li Surî 300 hezar kurd ji mafê tenduristiyê mehrumin

Raportora Taybeta Tenduristi yê Neteweyên Yekbûyî Anand Grover da zanîn ku li Surî 300 Hezar Kurd di serî de ji  tenduristî û ji mafên rewayên din re mehrumin.

Raportora Taybeta Tenduristi yê Neteweyên Yekbûyî Anand Grover li paytaxta Surî Şamê daxuyaniyekî çapemeniyê da û got : Li Surî 300 hezar Kurd di grûba herî destvala û bêparêz de ne û rewşa wan pir xirabe û em endîşedar dibin. Di serî de ji mafê tenduristî her wiha ji mafên din re jî hatin mehrum kirin.

Grower rewşa Kurdên Surî wiha şîrove kir :  Di sala 1962’an de li Surî serjimartinek hate kirin û piştî serjimartinê ji destê 300 Hezar Kurd mafê hemwelatiyê hatin stendin û di encamê de jî ji gelek mafên rewayê re hatin mehrum kirin.

Anand Grower bang ji hikûmeta Surî kir ku, li ser pirsgirêka tenduristî û pirsgirêkên din yên Kurdan bişopînin û çareser bikin.

Back to top button