Bêsûdiya xemgîniyê
BÊSÛDIYA XEMGÎNIYÊXemgînî û reşbîniya ji bo Kerkûkê, çu sûd name Kurdan.Serpêhatiya Kerkûkê, bi hinek dek û dolabên ku heta niha jî nayên zanîn çêbûye. Îcar di rewş û mercên wisa de, heweceyê reşbînî û qeremsarî û bêumîdiyê nake.Herweha hewceyê çêr û dijûnên bêtoreyî jî nake. Divê sebr û hedan bikin, ka encam dê bibe çi.Bi dehan dewletên ku alîkariya leşkerî, teknîkî û aborî ku didan hikûmeta Başûrê Kurdistanê, helbet zanîneka wan jî di vê derheqê de heye û wan çewa nehişt ku DAIŞ têkeve herêmê, herwisa nahêlin ku Kerkûk jî di binê vegirtina Ereb û terorîstên Îranê de bimîne.Ya girîng ev e ku pêşî divê baweriya Kurdan bi wan hebe û herwekî Emerîka, yan Îsraîl û hinek dewletên dî Kurd anîne vê rewşê neyêye hesibandin. Eger Kurd xwe neanîbana vê rewşê, kes bi milê yê kût nagire û ranake ser nigan.Eger Kurd ji ber dek û dolabeke nihênî xwe ji Kerkûkê vekişandibin, nayê wateya ku wê careke dî Kerkûka xwe nexin dest.Ji Sedam Huseyn zalimtir û cewrkartir kêm kes hebûne, hate dîtin ku çi hat serê wî û malbata wî.Sebr, hedan, semax bikin û reşbîn nebin. Peyvên bêrê û dijûnên derdemî jî nekin. Hêj jiyaneke dirêj û bi sergêjî li pêşiya Kurdan e.Ji ber ku axa Kurdistanê, behişta dinyayê ye. Meriv çi bixwaze, tê de heye. Sererd û binerda wê tev kan e. Her kes dixwaze ku sûd ji wê kanê werbigire.Lê eger Kurd xwedîtî lê nekin, wê xelk xwedîtî lê bike.17/ 10/ 2017 Zeynelabidin Zinar