Civak

Beşîkçî li dadgehê ne tenê bû

Duhî li Dadgehê Îsmail Beşikçî ne tenê bû. Welatparêzên kurd li gel mamustayê zer bûn. Dema Beşikçî hate Dadgehê nezikî 200 kesayet û rewşenbîrên kurd li gel beşîkçîbûn. Di hola dadgehê de cêh nema, piraniya xelkê ji derve ma heta dadgeh dawî hat. Beşikçî wek her demî ne xwe li himber dadgehê parast, wî cardin dîtinê xwe gotin rastiya pirsa kurd ji dadgehêre kiset kir.

Xwedî derketina Beşikçî gavek gelek erênî bû, kesayeta Beşikçî xwe li ser kurda ferz kiriye û divê kurd lê xwedî derkevin.

Herweha li gora nûçeya malpera Nasnemê, dema ku Beşikçî li Dadgehê bû, xebera  wefata birayê wî hat. Li gora agahdariyan birayê Beşikçî  Muhittin Beşîkçî ku temenê wî 83 salbûn, Li Iskîlîpê qezeya Çorumê çû ser dilovaniya xwe. Em bi minasebeta wefata birayê Beşîkçî sersaxiya Beşîkçî dikin û bila rehmeta xwedê lê be.

Back to top button