Polîtîk

Beşek ji medya Başûr xizmeta DAÎŞê dike

Fermandarê hêzên pêşmergeyan gazinda ji beşek ji medya Kurdistana Başûr dikin û dibêjin hinek dezgehên medyayê xizmeta DAÎŞê dikin.Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, hinek televîzyon û dezgehên medyayî yên Başûrê Kurdistanê xizmeta DAIŞê dikin, ji ber wê jî emê êdî bi qanûnên serbazî bi wan re reftar bikin.Fermandeyê Pêşmerge li eniya başûrê Kerkûkê Westa Resûl îro li Kerkûkê li ser wan nûçeyên ku dibêjin di heyama çend rojên borî de çend helîkopterên serbazî li cihên ku di destê DAIŞê de ne, danîne û “alîkarî bo çekdarên DAIŞê birine” daxuyanî da.Westa Resûl diyar kir ku tiştekî wisa nîne û got, em li dû wê yekê çûn, me zanîn ku ew helîkopter bo operasyoneka hevbeş ya Amerîka û Iraqê de li wê deverê danîne û ew operasyon jî serkeftî bûye.Wî fermandeyê Pêşmerge li ser belavbûna piste pista êrişa DAIŞê li dijî Kerkûkê jî gelekî hêrs bû û got, hinek televîzyon û dezgehên medyayî bi belavkirina van nûçeyan xizmeta DAIŞê dikin çimkî ew DAIŞa ku li Mûsilê şikestiye û morala wê bûye sifir dê çawa êrişî Kerkûkê bike! Tenê çekdarên DAIŞê dikarin li ser cenazeyên me re derbas bibin û êrişî Kerkûkê bikin.Westa Resûl anî ziman ku êdî dê bi qanûnên serbazî bi wan televîzyon û dezgehên medyayî re reftar bikin ji ber ku ew piropagandeya DAIŞê dikin. 
Back to top button