CivakPolîtîk

Li hemberê avahiya partiya me ya Îzmîrê êrişek din pêk hat!

 Cara duyek li Îzmirê êrîşê avahiya PSKê kirin. Li ser vê bûyerê PSk daxûyaniyek ji bo raya Giştî ragihand. Li hemberê avahiya partiya me ya Îzmîrê êrişek din pêk hat!Wek raya giştî jî pê dizane; ev cara duduyan e ku avahiya partiya me ya bajarê Îzmîrê dikeve ber êrişa hêzên tarî û nijadperest.  Cara ewil, di 17ê Gulanê, siet di 20.30an de êrişkeran êrişê avahiya partiya me ya li taxa Konakê ya Îzmîrê kir û tabeleya partiyê daxistin û şikandin. Herwisa, hefteyek beriya vê êrişê bi rêka telefonê gef li serokê partiya me yê Şaxê Îzmir hatibû xwarin. Wisa xuyaye ku yên ku gef li serokê me xwarine û êrişker, heman kes in.Her çiqas bi minasebeta vê êrişê, serokê partiya me Rehmî Ataman serî li Serokdozgeriya Komarê û Parêzgeriya Îzmîrê dabû û giliya êrişkeran kiribû jî, ku wêne û reqemê telefona van êrişkeran pêşkêşê wan hatibû kirin jî, lêbelê derbarê girtina van êrişkeran de çu pêngavek nehat avêtin.Di 24ê Hezîranê de heman şaxê partiya me carek din rastê êrişa van kes an jî kesên nijadperest hat û dîsa tabeleya partiyê hat daxistin û piştre jî hat şikandin.Em, carek din van êrişên nemirovane bi tûndî şermezar dikin û bang li kesên rayedar û pêwendîdar dikin ku tavildest van êrişkeran bigrin û radestê dadiyê bikin.Divê bê zanîn ku Partiya Sosyalîsta kurdistan-PSK, di 30ê Gulana 2016an de bi destûra Wezareta Navxweyî bi şêweyeke yasayî hatiye damezrandin.Wek hemû partiyên siyasî, PSK jî di çarçoveya makezagonê de hatiye damezrandin û divê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve bi her awayî bê parastin.Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, bi rê û rêbazên meşrû, yasayî, demokratîk û sivîl têdikoşe. Pêşîlêgirtin û astengkirina vê mafî, binpêkirina Makezagona Tirkiyeyê ye û herwisa, piştguhkirina Peymana Mafên Mirovan ya Ewrûpayê û Krîterên Venedîkê ya derbarê partiyên siyasî de ye ku Tirkiye jî bûye alî û îmze kiriye.Em pê dizanin ku li Tirkiyeyê li hember peyva Kurdistanê û sazî, dezgeh û partiyên siyasî ku bi vê navî hatine damezrandin, bêtehmuliyek mezin heye. Lê, ev bêtehmûlî nikare me ji vî mâfê me yê rewa bêpar bihêle. Lewra, em tekoşîneke meşrû ya li dijî tûndiyê didin.Li cihekî wek Konaka Îzmîrê ku ji aliyê ewlekariyê ve bi her awayî tê parastin, pêkanîna êrişên bi vî rengî yên li dijî avahiya PSKê û negirtina êrişkeran bêhûqukiyek mezin e. Di vê çarçoveyê de, em carek din bang li parêzgeriya Îzmîrê dikin ku wezîfe û berpirsyariya xwe bi cîh bîne. Divê tavildest êrişker bên tespîtkirin û radestê edaletê bên kirin. Lewra, hêzên emnî û rayedarên bajêr, jibo tespitkirin û girtina êrişkeran xwedî hemû selahiyet û derfetan in.Divê bê zanîn ku Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, bi nav, bername û hizir û ramanê xwe, ji pergala hayî cûda ye. Berovajî, nedibû partiyeke cûda.Her wisa, divê bê zanîn ku ramanên cûda yên ji pergala heyî ku li ser kar e, di bin garantiya hûquqa navneteweyî de ne. Eşkere ye ku hizir û raman û birêxistinbûn ji hev cûda nayê girtin. Ji bona vê yekê ye ku kesên tundraw ku bûne dîlê îdeolojiya fermî, nikarin vê yekê fêm bikin. Lêbelê, dê PSK bi tekoşîna xwe ya sivîl, demokratîk û aşîtiyane vê rastiyê bi alî û kesên bi vî awayî bide fêrkirin.PSK, bi nav, bername û daxwazên xwe, ew partî ye ku jibo çareserkirina pirsgirêka kurd û Kurdistanê ya bi şêwazeke demokratîk û aşîtiyane, têdikoşe. Dê bi vê tekoşîna xwe, xwediyên wê feraseta paşkeftî, kevneperest û kevnare berealî bike. Herwisa, dê bibe alîkarê asayîbûnê jî.30 Hezîran 2017Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK

Back to top button