Hevpeyvîn

Beşar: Ferqek mezin di navbera me û PYDê heye

Endamê kurdî di komîteya balaya dansûstanidnan de ya ji aliyê opozisyona Suriyê ve hattiye pêkanîn Ebdilhekîn Beşar dibêje ku ferqeke mezin di nvabera wan û PYDê de heye: Em ji bo kurdan xebatê dikin û PYD jî xizmeta rijêma Suriyê dike, eger PYD dest ji wê helwesta xwe berde tu pirsgirêk di navbera me de namînin.Ebdulhekîm Beşar di daxuyaniyekê de bo ajansa Anadolu behsa têkeliyên bi PYD re û daxwaz û pirsên di danûstandinên bi rijêmê re gotûbêj dikin dike û ew PYD rexne dike û dibêje ku, berî her tiştî bila PYD bê û bi kurdan re bixebite û xizmeta kurdan bike. Paşî em dê bi PYDê re bicivin û danûstandinan bikin, me gelek bi PYD re gotûbêj kirin lê bê encam bûn. Wê rêxistinê êrîşî alayê Kurdistanê, alayê Qazî Mihemed bilind kirî, kir. Ew tiştekî kurdî qebûl nakin. Beşar dibêje ku wan Suriyayeke demokratîk û federal divê û ew dê vê pirsê di çarçoveya Suriyeya nû de digel ereb û aliyên din çareser bikin, bi tenê kurd nikarin Suriyayeke domkratîk û federal ava bikin hemû gelên surî bi hev re dikarin li ser pirojeyekî li hev bikin.Endamê kurdî di komîteya balaya dansûstanidnan de ya ji aliyê opozisyona Suriyê ve hattiye pêkanîn dibêje ku berî danûstandin bi rijêma surî re bên kirin divê ew rijêm hemû girtî û zîndaniyan azad bike ji bona gihandina alîkariyên însanî korîdoran veke û dorpêça li ser deverên sivîl rake, hîngê dikare diyalog hebe.

Back to top button