Civak

Komîteya aktîvkirina parlamentoyê dest bi kar bû

Ew komîteya di civîna serok Barzanî ya bi aliyên siyasî re ji bona aktîvkirina parlamento û hikûmeta Kurdistam hatibû pêkanîn, îro li bajarê Hewlêrê, li baregayê Yekgirtuya Îslmaniya Kurdistanê yekemên civînê xwe kir û biryar de serdana hemû aliyên siyasî bikin û pilana xwe ya ji bo aktîvkirina parlamentoyê pêşkeşî aliyên siyasî bikin.Komîteya navborî ji Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mela Bextiya berpirsê kargiriyê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, Mihemed Ferec emêndarê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya herêma Kurdistanê pêk tê.Li gor zaniyariyên bi dest me ketine yekemîn civîna komîteyê dê digek Tevgera Goranê be û Tevgera Goranê jî amadeyîya xwe nîşan daye pêşwaziyê li wê komîteyê bike û pê re bicive.Armanc ji pêkanîna komîteyê normalîzekirina rewşa herêma Kurdistanê, organîzekirina navmala kurdî û baştirkirian têkeliyên navbera aliyên siyayî û ji hemûyan giringtir jî çareserkirina pirsa parlamentoyê û aktîvkirina wê ye.Piştî ev komîteye digel hemû aliyan dicive dê pêşniyarên xwe bibe civîna bê ya serokê Kurdistnê bi aliyên siyasî re û dê biryarê li ser bidin.

Back to top button