Li gora ragihandina medya Tirkî û ajansa fermî ya dewletê AA, hêzên çekdarên Tirk û MITê bi operasyonek hevbeş berpirsekî PKKê li Qendil kuştin. Li gora agahdariyan Mehmet Hatib Ariturk ku bi navê Delîl Sêrt dihat naskirin, li devera Qendil bû armanca êrîşekî û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.
Hatib Ariturk wek berpirsê qada Kerkûkê di nava PKKê de kar dikira. Medya Tirk dide xûyakirin ku, hatub Ariturk sala 2015ê li Efrinê jî maye û tevlî gelek çalakiyan bûye. Sala 2016ê hatiye Iraqê .