Nivîsar

Axaftina Erdogan delîlê têkçûyînê ye!

Serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan bi minasebeta destpêka dema nû ya parlementoya Tirkiye tevlî rewrisma vekirina Parlementoyê bû. Erdogan axavtinek kir û behsa rewşa Tirkiye gelemperî kir. Lê du mijarên girîn anîn rojevê û herdu mijaran de jî xûyabû ku Erdogan nirxên ku wî ji bo xwe û AKPê dayîn kifşkirin dûr ketiye û rêyek din daye pêşiya xwe.

Erdogan di axvtina xwe de behsa “Pirsa Kurd” kir û wek ji berî niha jî dema serdana xwe ya Amerikayê de dayî kifşkirin got ku, “Me pirsa Kurd çareser kiriye û pirsek bi navê “Pirsa Kurd” nemaye.”

Dema AKP li Tirkiye bû desthilat di derbarê pirsa kurd de hinek gavên erênî avêtin. Sala 2005ê Erdogan li Diyarbekir bi navê dewletê doza lê borînê li Kurda kir. Vê  yekê hevîyek Kurdan re çêkir û piranî çavek erênî li desthilata AKPê ji aliyê kurdan ve hate nirxandin. Wek din hukumetên AKPê hinek qedexeyên li ser zimanê Kurdî rakirin, zimanê Kurdî “wek zimanê biyanî” di dibistanan de kirin wek dersek hilbijare. Di kanala televizyona dewletê de kanalek bi navê TRT 6 vekirin ku bi zimanê kurdî weşanê dike ,piştre ev nav guhertin kirin TRD KURDÎ. Erdogan behsa komkujiya Dersimê kir û di vê derbarê de filmek dokumenterî dan çêkirin.Di hinek zaningehan de beşê zimanê Kurdî vekirin. Her çikas ev tişt hemû sere sere û li gel gelek kêmasiyan jî pêkanîn ji aliyê Kurdan ve erênî hatin nirxandin.

Ji aliyek din ve hukumeta AKP li gel PKK dest hevdîtina kir û pêvajoyek bi navê ”pêvajoua asayîbûne” destpêkir. Li Îmralî HDP,Ocalan li gel berpirsên dewletê civiyan, HDP navbera Îmralî û Qendilê de wek kazidekî di çavderiya MITê de çûyîn hatin kir. Ew pêvajo hate provaka kirin û têk çû. Gelk kesan di vê derbarê de rexne li PKKê kirin û herweha  PKK ji bo têkbirina pêvajoyê tawanbar kirin. Tişta herî erênî ya vê pêvajoyê ,dê şerek bê wate û qirêj dawî bihata. Erdogan ji bo helwesta PKKê di vê pêvajoyê de welê tê gihat ku, PKKê xiyanet li wî bi xwe kiriye. Piştî vê Erdogan gelek tundî behsa kurda kir.

Niha jî gelek bi hesanî dibêje :” Ew meseleya ku navê wê pirsa Kurd bû, me di çerçova maf û azadiya de û pêşveçûna civakî de çareser kiriye.” 

AKP ya sala 2005ê nemaye, piraniya damezerên vê partiyê  îro li dijê Erdogan  disekinin û beşek ji wan partiyên nû avakirine û rojana Erdogan rexne dikin. Di rastiya xwe de jî ew AKP û Tayib Erdogan ketiya di bin bandora MHPê de û siyaseta MHP rêve dibe. Di derbarê pirsa Kurd de tu ferqa Erdogan û Bahçelî nemaye. Meseleyek kurdî dibêje: “ Dema ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe”. Niha gotara ku Erdogan di derbarê pirsa Kurd de dibêje dikarê çarenûsê Erdogan û desthilatdariya wî biguherê.

Ji aliyek din ve serokkomarê Tirkiye behsa guhertina Destûra Bingehîn dike. Destûra ku niha li Tirkiye heyî destûra 12ê Îlonê ya cunta faşîşt e. Ev destûr gelek hate guhertin ,lê tu cara destê xwe nedan naveroka destûrê. Eve 20 salin AKP û Erdogan  desthilate, gelo  ji bo çi heta niha ev destûr nehatiye guhertin û niha behsa guhertina desturê dikin? Ji aliyek din ve hemû partî û aliyên siyasî li Tirkiye dibêjin ku em dest nedin 4 madeyên ewil û pêşgotina destûrê,wek din em guhertina bikin.

Tu cihê guhertinê di destûra Tirkan de nemaye. Eger destpêka destûrê yanî pêşgotina destûrê û çar madeyên ewil neyê guhertin hezar saldin Tirk nikarin destûrek bêhna demokrasiyê jê werê çêbikin.Gerek di serî de, Kurd bi xwe vê yekê tê bigihin û dema behsa demokratizekirina Tirkiye bikin tenê xwe dixapînin.

Kurd divê rastiya xwe li bakurê Kurdistanê bibînin. Dev ji xeyala “Cumhuriyeta Demokratik” berdin û rastiya xwe vegerin. Pirsa Kurd pirsek netewiye,pirsa mileteke ku mafên xwe yê netewî destve bîne. Heta kurd negihin mafên xwe yên netewî tu awayî demokrasî nayê Tirkiye.

2.10.2021

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button