PolîtîkRojev

Mesrûr Barzanî: Welatekî rizgarkirî pêwêstiya wê bi rizgarkirina ji aliyê PKKê ve nîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di yekemîn Hevpeyvîna “Town Hall” de ku li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê birêve çû, bersiva pirsên ciwanên beşdarî hevdîtinê bûne da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di Hevpeyvîna “Town Hall” de, rasterast bersiva pirsên hejmarek xwendekarên zanîngehên Kurdistanê da û daxwaz ji xwendekaran kir, ji bo pêşerojeke baştir, ji welatên xwe hez bikin û got: “Nebînin ku kesên din xwediyên vî welatî ne, ne hûn bin. Hûn xwediyê vî welatî ne, hemû welatî tak bi tak xwediyên vî welatî ne.” Derbarê mûçe û çaksaziyê de jî Serokê Hikûmetê got: “Ez ji berpirsyariyê natirsim, ez bi tenê bim jî, ez berpirsyariya xwe hildigirim. Hemû hewlên min ji bo wê ye, piraniya dahatê ji welatiyan re vegere.” Diyar kir jî: “Piraniya wan êrîşên li vê hikûmetê tên kirin, siyasî ne.”

Di beşeke din a Hevpeyvînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê proseya hilbijartina giştî de ragihand, “Ew siyasetmedarên ku li ser bingeha dirustkirina kîn û nefretê tên û aliyên herî nebaş yên aliyên din xwe nîşan didin, bizanin ku tiştekî wan nîne. Ewên li dijî aliyan diaxivin û li ser hîsabê, filan kesî şaşî kiriye werin deng bidin min xwe nîşan didin, baş e ji bo çi deng bidim te, dibe ku tu ji wî xirabtir bî, fermo ji min re bibêje çi tiştê te yê baş heye? “Rikberî divê li ser wê were kirin, kî zêdetir karê baş dike, ev jî bi gotinê nabe, ji ber wê ew xwe ji vê babetê didin aliyekî, ji ber ku dema tê li ser kirdar, tiştekî wan nîne xwe pê numayiş bikin.”

Hevpeyvîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel ciwanan:

Silav.. Ez Yadgar Fayiq im, di yekemîn hevpeyvîna Twon Hall de ez ê di xizmeta we de bim.

Diyar e ev hevpeyvîn taybet e û di demeke gelekî girîng hestiyar de tê. Di vê hevpeyvînê de komek ji ciwanên ji piraniya bajarên Herêma Kurdistanê li vir amade ne. Ev ciwan diyar e ku ji backgroundên cuda, ji zanîngehên cuda û fakulte û beşên cuda hatine, reng e hinek jî derçûyî bin.

Her yek ji we bi awayekî ji awayan pirsên wî hene. Pirsên we ji Serokwezîr in û ew ê niha amade bibe û dê bersiva hemû pirsên we yên di warên cuda de bide û em ê nêrîna Serokwezîr Kak Mesrûr Barzanî ya derbarê pêvajoya hilbijartinê, rewşa Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din de hîn bibin.

Eger hûn amade ne, em ê bixêrhatina Cenabê Serokwezîr Mesrûr Barzanî  bikin.

Serokwezîr: Bi xêr hatin..

Pêşkêşkar: Spas ji bo vê derfetê. Bi min xweş e berî em biçin nav pirsên van ciwanan, eger çi babetek heye hûn dixwazin em ronahiyê bixin ser di yekemîn hevpeyvîna Town Hall de li ser astê Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr: Ez gelekî xweşhal im ji bo vê derfetê û bixêrhatina hemû van birêzên li vir amade bûne dikim. Ev cure hevpeyvîn gelekî pêwîst in, gelek caran dibihîsin ku berpirs guh nadin van pirsan, ji ber wê dixwazim ji nêzîk ve ji we bibihîsim, eger pirsên we li ser çi babatê bin, li ser hilbijartinan, yan rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî bin, yan jî çi pirseke din be, ez amade me bersivê bidim.

Geylan Silêman, xwendekarê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê:

Di stratejiya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di hêlên giştî yên bernameya karên hikûmetê de, çaksazî cihekî girîng û berfireh girtiye, bi xweşhaliyê ve pêngavên gelekî baş û girîng tê de hatine avêtin, bi rastî ev cihê destxweşî û şanaziyê ye. Cenabê Serokê Hikûmetê pirsa min ew e, derbarê babeta petrolê de û girêbestên petrolê de dibe, ma lêveger ji wan re tê kirin? eger hûn û aliyên ku we girêbest bi wan îmze kirine hev kirine, ev yek mijareke yasayî ye û li gorî prensîbên yasayî wê xaleke erênî be, di vê mijarê de nêrîna we çi ye?

Serokwezîr: Gelek spas kak Geylan, te behsa babetekê kir ku rojane li ser tê axaftin. Babeta petrol û gazê bûye cihê pirsê. Di destûra herdemî ya Iraqê de hatiye nivîsandin ku çawa îdareya vê dosyayê çi ji aliyê Hikûmeta Federalî û çi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were kirin. Bi baweriya me li Herêma Kurdistanê li gor xwendina yasayî ya ku ji aliyê pisporan ve jê re hatiye kirin, me erkê xwe cibicî kiriye û me bi ti awayekî desthilateke zêdetir ji ya ku di destûr de hatiye, nedaye xwe. Derhênana petrolê du babetên wê yên sereke hene. Yek: Ew kompanyayên hatine û weberhênanê ji bo derhênana petrolê dikin e. Duyem jî: Firotana petrolê ye, ew jî hin kompanyayên din hene girêbesta wan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, petrolê difiroşin û dahatê jî vedigerînin Hikûmetê. Li vir gelek caran hejmar tên gotin ku bi rastî ew ne rast in, ji ber ku tê gotin, bermîlê petrolê bi ewqasî ye, nirxê petrolê bi ewqasî ye û bi awayî jî dahata petrola Herêma Kurdistanê jî ewqas e. Pirsa ne wiha ye, ji ber ku kompanyayên petrolê dertînin û weberhênanê dikin, lêçûnên wan hene û her kompanyayek ku tê û veberhênanê dike, bi hikumeta herêmê re girêbesta wê heye û bi demê re, ev veberhênan çawa dikare sermiyanê xwe vegerîne?

Petrola Herêmê eger bi petrola Brent re were berawirdkirin, kalîteya wê ne wek hev in, kalîtiya petrola Herêmê ji ya Brent kêmtir e, ji ber wê hejmarên tên gotin, ne nirxê petrola Herêmê ye. Ligel wê jî, nirxê veguhastina petrolê ji kêlgehên Herêma Kurdistanê heta cihên barhilgir petrolê werdigirin heye. Ji we venaşêrim, ji 2014 û heta 2017 Hikûmeta Federalî budceya Herêma Kurdistanê bi şêweyeke temam birî û ti beş ji budceyê ji Herêmê re neşand. Piştî birîna budceyê, Herêmê biryar da, anku birîna budceyê bi ti awayekê ne girêdayî bû ku Herêmê petrol deranîne. Na, berûvajî wê, budce hate birîn, piştre Herêmê petrol derxist. Rêjeya derxistina petrolê gihîşt astekê, ta ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Ji wê demê ve Herêm bê budce mabû, ji bo mûçeyan bide û karûbarên xwe biqedîne, neçar bû ji wan kompanyayan deyn bike, anku ew pêşwaxt petrol bikirin û piştre Herêm wan bi petrolê qerebû bike. Ev wiha dike bandor li ser nirxê petrolê çêbibe, ji ber wê jî bi berdewam dihat dîtin ku nirxê petrola Herêmê hinekî kêmtir be. Eger Hikûmeta Federalî pabend ba bi binema û perensîpên Destûra Federalî, divê bi Herêma Kurdistanê re rêkeftineke ciyawaztir li ser vê babetê kiriba.

Ji ber wê dikarim bibêjim, piştî vê kabîneyê dest bi kar kir, lêveger di wan rêkeftinan de hatin kirin. Me lêveger di hemû rêkeftinên bi kompanyayên petrolê derdixin re kir. Wezareta Samanên Xwezayî bi hemû kompanyayan re axivî ku çawa lêçûnên xwe kêm bikin, herwiha bi wan kompanyayên petrolê dikirin jî guftûgoyên dirêj hene û heta astekê em serkeftî bûne. Anku beşeke mezin a dahatê ji ber van kar û guhartinan ji bo Herêmê vedigere, ev hemû jî vedigere çaksaziyên ku di vê sektorê de hatine kirin.

Dunya Cebar Kakayî, derçûya Fakulteya Çandiniyê ji Silêmaniyê:

Di demekê de ku çend meh in mûçeyên welatiyan bêyî were birîn tên dayîn, dengoya wê di nava welatiyan de heye ku ev tenê ji ber hilbijartinan e û piştî hilbijartinan dê dîsa mûçe jê werin birîn. Hûn çi dibêjin? Piştî hilbijartinan mûçe wek tên dayîn, yan jê tê birîn.

Serokwezîr: Tiştekî ji we re bibêjim, piraniya ew êrîşên li hikûmetê tên kirin siyasî ne. Ez ne li ser xelkê dibêjim, belkû li ser kesên giliyê dikin û bi şaşî xelkê têdigihînin û dibêjin ku hikûmet tenê ji bo hilbijartinê birîna mûçeyan rawestandiye, ew baş dizanin ku pirs ne wiha ye. Min ti carî negotiye em ê mûçeyê bibirin. Ev ne biryareke kesayetî bû, ev biryara Encûmena Wezîran bû. Îcar kesek were ji ber hilbijartinê nexwaze berpisyariyê hilbigire, ez ji berpirsyariyê natirsim, ez bi tenê bim jî, ez berpirsyariya xwe hildigirim. Hemû hewlên min ji bo wê ye, piraniya dahatê ji welatiyan re vegere. Eger Hikûmeta Iraqê pişka Herêmê ji budceyê neşand û dahata me ya navxwe têrê nekir, ji kû bînin?

Ez hin hejmaran ji we diyar bikim, li gor budceya Hikûmeta Iraqê, diviyabû pişka Herêma Kurdistanê zûtir bişanda, lê ji destpêka destbikarbûna vê kabîneyê û heta niha 13 meh in budceya Herêmê neşandiye. Tenê van du mehên dawiyê 200 milyar Dînar şandiye ku ew jî dika 137 milyar Dolar, ma ev e pişka Hikûmeta Herêmê? Na. Ew kes tên dibêjin, şaşîtî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji ber ku petrolê radestî Bexdayê nake, ji ber wê jî Hikûmeta Iraqê budceya Herêmê naşîne. Ka ez li vir tiştekî ji we rast bikim, pişkê budceya Herêma Kurdistanê gelekî ji wê zêdetir e, 900 milyon Dolar e ku diviyabû Hikûmeta Iraqê ji Herêmê re bişanda, hikûmeta Iraqê hatiye petrola herêmê û hemû dahatên navxweyî jî bi zêdebûn hesab kiriye û dibêje ku tenê ez ê vê ji we re bişînim û yê din mafê min e, ez nadim.

Lê me çi kir, ji destpêkê ve em hatin û me çaksazî kir. Çaksazî çi ye? Me nikarî dahata xwe û jêderên dahata xwe zêde bikin, her evqas petrol heye, her evqas bazirganî tê kirin û evqas dahata navxweyî heye. Bila ew ji bîra we neçe ku em rûbirûyî çi bûn? Ji bo çi wiha li me hat? Ji ber çi budceya me ne li ber destê me bû? Hûn bi xwe jî dizanin, 4 sal in budce nehatiye, şerê li dijî DAIŞê, nirxê petrolê daket. Van hemû hokaran hîşt hikûmeta me qerzdar be, di dema destbikarbûna vê hikûmetê jî çend milyar qerz li ser me mane.

Piştre em hatin me dest bi çaksaziyê di sektora aborî û hemû sektorên din de kir. Me kir ku di du sê mehên yekem de, dahata xwe ya navxweyî du caran zêde kir, ne ku me jêderên dahata xwe zêde kir, lê belê ewê li ber destê me bû, me birêk xist. Me kir ku dahat li şûna di berjewendiya çend kes û aliyan bê xerckirin, ji welatiyan re vegere. Lê belê Korona bi ser me de hat, Korona hîşt ku nirxê petrolê dakeve û kêmtir ji 10 Dolaran be, bazirganî jî di navbera welatan de nema, aboriya cîhanê rawestiya, ne dahata gumrikê ma û ne dahata petrolê ma, ne Hikûmeta Iraqê budce ji me re şand. Baş e kesek bi însaf vê pirsê nake ka çawa ev hikûmet karî li ser pêyên xwe raweste, çawa karî îdareya vê rewşê bêyî ti dahatekê bike? Di vê rewşê de, li şûna em biçin qerz bikin û barê xwe sivik bikin, mûçe bidin û qerz bikin, lê ev çareserî ye? Ev revandina ji berpirsyariyê ye, avêtina berpirsyariyê li ser nifşê bê ye, ji ber ku ew qerz dê li ser kabîneya bê û nifşên bê bibe bargiraniyek. Me karî îdareya xwe bikin, rast e me nikarî bi temamî mûçe bidin, lê qet nebe ji mûçeya li ber destê me ye, biqasî ji sedî 79 ji mûçeyan bidin. Vê yekê kir ku em careke din bi Hikûmeta Iraqê re bikevin guftûgoyan ku me berdewam kir, ji bo Hikûmeta Iraqê û ji bo derveyî Iraqê jî hat çespandin ku şaşîtî ne li Herêmê ye, Herêmê hemû erk û pabendbûnên xwe li hember destûr û Hikûmeta Federalî bi cih anîne. Vê Hikûmeta Federalî ku piştre me dît ku biryarên wê, biryarên siyasî bûn. Divê em pirsê ji xwe bikin, em ji bo mûçeyan, dawiyê li her tiştî bînin? Baş e ma me xebata ji bo çi kir? Me daxwaza nasnameya xwe ya netewî, daxwaza statuya xwe kir, daxwaza xaka xwe kir, daxwaza yaksaniyê kir, daxwaza windanebûna xwîna Pêşmerge û enfalkiriyan kir, ev maf pênaseya me ne, em amade ne dawiyê li her tiştî bînin ji bo mûçe? Înca ji wan kesên ku van pirsan davêjin nava civakê dikin ku hikûmet tenê ji bo hilbijartinê mûçe dide bipirsin, ne rast e, ne tenê ji bo hilbijartinê. Mûçe hebin, em ê mûçeyên mayî qerebû bikin, eger hebe, eger nebe, ez soz didim we, ewê li ber dest be, pêşîne ji bo welatiyan dibe.

Hûn bawer nakin niha xerciyên hikûmetê heta çi astekê hatine kêmkirin, ji ber ku me xwastiye ewê li ber destê me be, divê ji bo welatiyan were xerckirin. Niha spas ji bo Xwedê, vejandina aboriyê dest pê kiriye, ez dixwazim spasiya karta taybet bikim ku bi hawara hikûmetê ve hatin, nehîştin proje rawestin, nehîştin tevgera bazirganiyê li Kurdistanê raweste, wan alîkariya me kirin, ezmûneke baş bû ku em bikarin ser pêyên xwe rawestin, we piştrast dikim, tenê berbestên siyasî nebin û ev dijayetiya ji bo şikandina Herêmê raweste, em dikarin ji vê yekê jî bêtir bikin.

Pêşkêşkar: Ez spasiya we dikim, diyar e tiştên ku cenabê Serokwezîr behs kir, xemên gelek gelek mezin bûn û astengiyên mezin bûne, ji ber wan porê we spî bûye.

Serokwezîr: Tiştek nabe, tiştê girîng ew e ku mirov bixebite, Xwedê zêde bike, ez spasiya we jî dikim, spasiya hemû welatiyan dikim, tevî ku gazindên wan jî hebe, lê piraniya herî mezin a xelkê Kurdistanê tehemula wê yekê kirine û piştevanê hikûmetê jî bûne, eger piştevanî nebûya, niha ez li vir nedibûm, me dê nekariya rûbirûyî hemû wan kêşe û giriftan rawestin, beriya her kesekî xweragiriya we wisa kir ku hêz da me ku em bikarin berevaniya mafên we bikin.

Mihemed Ewnî, xwendekarê Zanîngeha Navdewletî ya Tîşk, Beşa Diransazî, ji Hewlêrê

Spas ji bo vê derfeta xweş, pirsa min ew e ku niha em di serdema teknolojiyê de dijîn, piraniya karên saziyên hikûmetê bi awayekî klasîk û rutîn bi şêwaza dest û kaxiz birêve diçin, gelo cenabê we planeke we heye ji bo sûdwergirtina ji teknolojiyê ji bo sîstema karûbarên hikûmetê?

Serokwezîr: Gelek spas, bi xêr hatî. Me pirtûkek belav kiriye li ser wê yekê ku hikûmet çi reform kirine, gelo we nedît? Gelek tişt û ev tişt tê de ne, weke agahî; tiştên ku cenabê te behsa wan dike, ji destpêka kabîneya me ve, me dest pê kiriye, da ku em hikûmetê ber bi elektronîkirinê bibin, xizmetguzariyên ku divê ji bo welatiyan bi awayekî elektronî bilez, him rutînê kêm bikin, him jî hêsankarî ji bo birêvebirina karên wan were kirin, niha ew hemû bi elektronî hatine kirin, hemû şefaf in, ti wezaretek nikare bi serê xwe peyman bike eger neçe vê dosyeyê û neçe vê portfolyoyê, bi hemû awayî ev tişt hemû hatine elektonîkirin, beriya demekê, me behsa vê yekê kir, ji bo derxistina destûra şofêriyê weke mînak, me çi kir, me biryar daye, gelek ji wan binkeyan bila tenê li navendên parêzgehan nebin, biçin navçe û îdareyên serbixwe jî, me li gelek ciyan vekirine, hemû jî bi şêwaza elektronîk, bi wezaretan û aliyên pêwendîdar ve hatine girêdan.

Ev proseyek e, dibe ku di şev û rojekê de hemû temam nebe, heta tomarkirina kompaniyan jî, beriya niha dibû mehek û du meh û sê meh pêwîst dikir, lê niha di rojekê de tê kirin, beriya niha 3 – 4 hezar dolar dixwest, niha bi 200 dolaran tê kirin, ango hemû ev cûre tişt hatine kirin, lê xwezî we zêdetir bişopandana û we bi xwe bidîta. Dibe ku hinek jî xeletiyên hikûmetê bin, ku nekariye vê peyamê bigihîne welatiyan, ez vê gazindê ji hikûmeta xwe bikim, diviyabû destkeftên bi vî rengî ku gelek gelek diyar in, bigihînin welatiyan, ez hêvîdar im, ev beşek be ji wê bernameyê ku van agahiyên xweş bigihînin welatiyan, hûn jî piştrast bin ku em hêj negihiştine qonaxa dawî, lê bêguman em gelek gelek girîngî didin elektronîkirin û dîjîtalkirina xizmetguzariyan, da ku him wextê welatiyan belasebeb neçe, him îş û karên wan bi hêsanî biçe, him jî şefaf bin, da ku mecala gendeliyê tê de tunebe.

Mihemed Se’d:

Nêrîna cenabê we çi ye li ser rewşa siberoja Kurdistanê, hûn amade ne çi ji bo siberojê bikin? Siberoja ciwanan ji bo derfetên kar dê çawa be?

Serokwezîr: Ez ji siberoja Kurdistanê gelek geşbîn im, me qonaxên gelek dijwar û ne xweş derbas kirin, niha dema wê yekê ye ku em hemû dest bidin hev, da ku Kurdistaneke avedantir û seqamgîrtir û pêşketîtir bi hev re ava bikin, ez bawer im em dikarin vê yekê bikin, em dikarin vê yekê bi wan pêngavên çaksaziyê ku me dest pê kiriye, bikin. Ez dîsa dibêjim, nebêjin qey kesekî din xwediyê vî welatî ye, ji bilî we kes xwediyê vî welatî nîne, yek bi yek welatiyên vê derê xwediyê vî welatî ne.

Kêşeya me ew e ku gelek caran kulturek belav bûye ku dibêjin ev welat milkê kesekî ye, cihê me xortan li vî welatî tune ye, serê xwe hilgire û diçî kû derê biçe, ti hesteke hezkirinê ji bo welat û ax li cih nema, nehiştin, vê yekê wisa kir ku ev hesta bêhêvîbûnê di hinava ciwanan de çêbibe, divê hûn beriya her kesî hewl bidin ku vê kulturê biguherînin, çimkî ne welatê kesekî ye, welatê we ye, nabe tu welatê ji kesên din re bihêlî, divê tu bi xwe xwedî li vî welatî derkevî û beşdarî avakirina welatê xwe bibî, pêngavên ku ji hikûmetê re dimînin jî ew in ku çawa di asta hêviyên we de be û çawa xizmeta we bike, hilbijartinên ku têne kirin jî, hilbijartin dema nirxandina edaya hikûmetê ye, hûn tên û dibêjin ev kes yan ev aliyê siyasî tiştekî baş kiriye û eger bi dilê we be padaşta wî bidin, eger bi dilê we nebe, mafê we heye ku hûn biguherînin, da ku ew hesta xwe yan ew vîn û ew cûre welatê ku hûn dixwazin di siberojê de heta çêbe, ji bo ku hûn bi xwe beşdar bin, hûn bi xwe hakim bin, hûn bi xwe desthilatdar bin di çêkirin û avakirina wê cûreya welat de ku di siberojê de dixwazin hebe, hûn qet nebêjin qey hêza we kêm e, mezintirîn hêza vî welatî hêza hemwelatiyan e, hêza dengê we ye, bawer bikin eger hûn beşdar nebin, hûn deng nedin, xelkê din li şûna we deng dide û dibe ku ew nebe kesê ku hûn dixwazin, qenaeteke min a mezin heye û baweriya min jî bi şiyana me û şiyana we heye ku em dikarin welatekî xweş û avedan bi hev re ava bikin.

Pêşkêşkar: Gelo çiqas girîng e ku ciwan hişyar bin li hember wê yekê ku dengê wan belasebeb neçe?

Serokwezîr: Gelek gelek girîng e ku hişyar bin, çimkî ciwan, ez dîsa dibêjim, çiqas bibêjim jî kêm e, siberoja vî welatî hûn in, serkirdeyên siberoja vî welatî hûn in, rêveberê vî welatî hûn in, eger hûn ji niha ve ji bo siberojeke baştir rê xweş nekin, gelo kî ji bo we bike? Divê hûn bikin, dengê we gelek gelek girîng e, lê belê bi wijdana xwe deng bidin, min gelek caran gotiye; niha dibêjim sibê em bi xwe û weke xwişk û bira vê axaftinê bi hev re bikin, dirustkirina takekes li Kurdistanê ji her tiştî girîngtir e, fikirîn ji her tiştî girîngtir e, eger qenaeta te bi gotina min neyê, bi gotina min neke, biryarê tenê li ser gotinan jî nede, biryarê li ser kiryaran bidin, bizanin kî gotinên ku dike cîbicî dike û xwedî soza xwe ye? Xwediyê gotinê, gotina xwe bi cih aniye an na?

Hûn bi xwe hekemê herî baş in, hûn dikarin binirxînin, hûn dikarin rêya rast ku li pêşiya we ye, her kesek bixwaze jê dûr bixe, divê hûn rêgir bin û nehêlin rêya we têk bidin, loma ez careke din ji we daxwaz dikim ku hûn bi xwe bifikirin, bi qenaeta xwe biryar bidin û bizanin kî di xizmeta we de ye û kî dikare berevaniya we bike, kî dikare xwe bike qurbanê berjewendiya giştî ya welatê xwe, ne ku berevajî vê, welatê xwe bike qurbaniyê xwe, ev hemû ji we re dimîne, ez hêvî dikim, maşallah hûn hemû jî zîrek û têgihiştî ne, ez naxwazim ev weke şîretek be, lê weke gotinek û derdekî di navbera min û we de ku ez hêvîdar im hûn bikarin alîkariya me bikin, da ku em vê rêyê rast bikin û bilez pêngavan biavêjin.

Erîn Îbrahîm, xwendekara Zanîngeha Kurdistanê – Hewlêr, Beşa Pêwendiyên Navdewletî, ji Silêmaniyê

Cenabê we behsa girîngiya beşdariya siyasetê kir, bi taybetî jî beşdariya ciwanan. Li Kurdistanê beşdariya siyasî ya ciwanan gelek kêm bûye, gelo plana cenabê we çi ye ji bo beşdariya siyasî ya ciwanan zêde bikin, bi taybetî di proseya hilbijartinan de ku niha nêzîk bûye.

Serokwezîr: Gelek spas Erîn Xan, ez hêvîdar im ev beşdariya min beşek be ji wî tiştê ku em dikin. Ez dixwazim hûn bi xwe biryarder bin, bawer bikin, sedema dûrketina ciwanan çi ye, ez naxwazim xelk li ser çarenûsa we biryar bide, ciwan li ser çi dûr ketine. Li ser wê ku kesekî jê re gotiye qîmeta dengê te tune ye, hebûna te tune ye loma dûr bikeve, divê ciwan ji vê zêdetir û hişyartir be û bi xwe biryar bide, bi gotina kesên din neke ku jê re bibêjin çi bike û çi neke, yek ji we re bibêje beşdarî hilbijartinan nebe, çima? Çima ti xwedî vê biryarê yî, lê maf nadî min ku ez biryara xwe bidim ku beşdar bim an nebim.

Siyasiyên ku tên li ser bingeha dirustkirina rik û kînê û xirabtirîn aliyekî din xwe nimayîş dikin, bizanin ew ti tişt li cem wan tune ye, ewên ku li dijî aliyên din diaxivin û li ser hîsabê wê yekê ku filankes xeletî kiriye werin deng bidin min. Baş e ez çima deng bidim te, çawa ez ê bizanim, belkî tu ji wî xirabtir bibî, kerem ke ji min re bibêje çi başiya te heye? Rikeberî li wê yekê were kirin ku kî zêdetir dike, kî baştir dike, ev jî bi gotinan nabe, loma ew vê mijarê didin aliyekî, çimkî dema tên ser kiryar, ti tiştekî bi wan re tune ye ku nimayîş bikin, weke mînak kesek tê dibêje ez berevaniya te dikim, eger Kurdistan bikeve ber pêleke êrîşên dirindane yên dijminan ez ê berevaniya we bikim, nikare wisa bibêje çimkî nekiriye, êrîş hate ser me û berevanî nekirin, kesê berevanî kiriye bê minet sîngê xwe jî derdixe û dibêje “min kir û min qurbanî jî dan û ez ê careke din jî bikim, tiştê ku ez bikarim ez ê bikim, da ku ev Kurdistan bi ser bikeve”, ez daxwazeke birayane ji we bikim, beşdar bibin. Kurdistan wêran bibe, em ê li welatekî cîran bibin penaber, yan ewqasî dibêjin em ê biçin derve û Ewropayê, ez nabêjim, çûna derve jî baş e, lê biçin ji bo fêrbûnê, biçin ji bo zêdekirina şarezayiya xwe, lê ne ku ji bo berawird bikî ku welatek ji welatê te xweştir e, ti welat nagihîje welatê te, divê tu weke dayîk welatê xwe hez bikî, ev jî erkê we ye, ez ji we rica dikim, ne ji bo min û ne ji bo ti kesekî din, pêwendiya xwe ligel welatê xwe qut nekin, çimkî hûn xwediyê vî welatî ne, xelkekî din ne xwediyê wî ye.

Niyan, xwendekara bijîşkî ya Zanîngeha Duhokê

Hebûna PKKê li çiya û gund û sirûşta Kurdistanê bi awayekî giştî, gihiştiye wê astê ku gelek nişteciyên wan deveran cih û warên xwe bi cih dihêlin, gelo planek heye li ser vê mijarê, an eger planek hebe, li ser vê mijarê gihiştiye çi baweriyekê?

Serokwezîr: Em ji her kesî zêdetir miletê xwe difikirin, axa me heye, gelê Kurdistanê û welatê me weke Kurdistanê, em bawer nakin kes ji me zêdetir xemxur be, da ku weke muzayede li ser me bike li ser kurdayetiyê, eger weke Kurdek, lêqewimiyek, PKK were weke her Kurdek ji parçeyên din ên Kurdistanê were Herêma Kurdistanê weke mêvan bi xêr were, ser seran û ser çavan, lê eger were weke li şûna desthilatê û destdirêjî bike ser welatiyan û rê nede ku xelkê gundan vegerin û cotkar zeviyên xwe bikolin û dijayetiya hikûmetê bike û dadgehan deyne û eziyetê bide xelkê û bibe sedema wê yekê ku artêşa Tirkiyê were nav axa Herêma Kurdistanê, eger PKK nebûya, artêşa Tirkiyê nedihate vê derê, PKK tê vê derê ji bo kê rizgar bike?

Welatekî rizgarkirî pêwîstiya wî bi rizgarkirina PKKê tune ye, ew dibêjin “nabe Pêşmerge hukmê li vê xakê bike”, hatin mayîn li ser rêya Pêşmerge danîn, mûşek avêtin wesayîta Pêşmerge, efserê asayîşê şehîd kirin, rast e em şerê Kurd û Kurd û şerê birakujî naxwazin, lê bila ew bira qedrê biratiya xwe bizane, hewayeke wisa dirust bûye ku her kesê behsa PKKê bike, sibehê tohmeta wê yekê lê dikin ku ew li dijî kurdayetiyê ye, wisa nîne, em kurdayetî dikin, PKK kurdayetî nake, PKKê çi kiriye? Yek destkefteke PKKê ji min re bibêjin ku ji roja avabûnê heta îro ku xêra wê gihiştiye gelê me. Em naxwazin şerê Kurd û Kurd çêbibe, lê belê em amade nînin ku PKK bi vê siyaseta xwe ya şaş bixwaze ezmûna ku bi qurbanî û xebata bi hezaran xort û ciwanên me hatiye bidestxistin, ji destê me biçe.

Henaz, xwendekara Zanîngeha Amerîkî ya li Duhokê

Gelo em dikarin gendeliyê weke kêşeyeke ewlehiyê pênase bikin eger neyê jinavbirin, li ser pêşketina Kurdistanê metirsiya wê çi ye?

Serokwezîr: Gendelî metirsiya herî xirab e li ser Herêmê, ango ew kesê ku gendelî dike, her tiştî dike. Ji ber ku gendelî yek ji kêşeyên herî mezin e, divê were çaresekirin. Ji bo çareserkirina gendeliyê, me gelek pêngav avêtine, lê belê ez dixwazim behsa xalekê bikim. Armanca gendeliyê çi ye? Gelo em ji wan kesên ku gendelî kirine tol hildin, yan gendeliyê bisekinînin û xelkê xirab jî baş bikin, du mijarên cuda ne, li gor nêrîna min, di vê kabîneyê de, tiştê ku me kir, heta radeyeke mezin, me gendelî ragirt, nabêjim me ji holê rakir, lê heta radeyeke mezin hatiye ragirtin, dibe ku li hinek ciyan mabin û em agahdar nebin. Ez gelek dixwazim her kesek li her cihekî bizane ku gendelî heye, bila ji me re bibêje, çimkî armanc ew e ku gendelî tunebe, tiştê din ew e ku eger kesê gendelî dike xwedî berjewendî ye, xwedî berjewendî jî xwedî desthilat e, ew kes careke din dibin asteng ji bo hikûmetê ku nekarin bernameya çaksazî û dijî gendeliyê berdewam be. Li vir pişta me bi Xweda qayîm e, ez dixwazim pişta me bi we jî qayîm be, bi xelkê Kurdistanê, ne tenê hûn, hemû xelkê Kurdistanê, dema tu rûbirûyî gendeliyê dibî, asteng li ber te têne danîn, dema rûbirûyî gendeliyê dibî hinek kes tên hewl didin tu serkeftî nebî, baş e ez wî tiştî ji bo xwe nakim, ji bo xelkê Kurdistanê dikim, ji bo xelkê hejar û hêja vî karî dikim, ez li bendê me ku xelkê Kurdistanê piştevan bibe, da ku em bikarin di vî erkê pîroz de serkeftî bibin, gendelî metirsiyeke gelek mezin e, eger ji kêşeya ewlehiyê mezintir nebe jî, jê biçûktir nîne.

Şewbo Keywan ji Silêmaniyê

Pirsa min ji mijara siyasî dûr e, min nexwest pirsa min siyasî be, pirsa min ew e ku cenabê Serokwezîr çiqas girîngî dide rewşa xwe ya tendirustiyê?

Serokwezîr: Gelek spas.. Ez ji werzişê gelek hez dikim, ji zarokatiya xwe ve, heta xortanî, min gelek futbol dilîst, ji hespsiwariyê gelek hez dikim, ji melevaniyê jî hez dikim, çend hefte bûne, min nekarî, bîrxistineke baş e, ez ji sporê hez dikim û ez bawer im tiştekî gelek baş e, çimkî werziş û cesteya tendirust dikare alîkar be ji bo fikirîneke baştir û tendirusttir.

Pêşkêşkar: Birêz Serokwezîr bila hunermend ji me nîgeran nebin, hûn warê hunerê yê li Kurdistanê çawa dibînin? Gelo plana we heye ku ev war neyê paşguhkirin?

Serokwezîr: Ez bi xwe şêwekar im, ez wêneyên reng û rûn li ser kanvas çêdikim, ji hunerê gelek hez dikim, zêdetir weke xulya ye, dema derfeta min hebe çêdikim, huner tiştekî gelek mezin e. Ez wisa bawer im ku neheqiyeke mezin li hunermendên Kurdistanê tê kirin, sedema wê jî ew ku me nekariye rêz û pêgeha wan weke xwe bigrin, mijara mafê dahênanê, ku min çendîn car daxwaz kiriye ku ev mijar biçe parlamentoyê û ev mijar were yekalîkirin, da ku mafê hunermend ji dest neçe, yek bila neçe copy cd ya hunermendek an stranbêjek bike, divê hikûmet wan biparêze.

Tu dizanî çawa ye, nabe em wisa bifikirin ku tenê divê desthilatek hebe rêkaran bigre ber û cezayê karekî şaş bide, da ku wê şaşiyê nekin, nexêr, divê em di kultura xwe de wisa bikin ku em şaşî nekin.

Zagros, xwendekarê Zanîngeha Duhokê

Pirsa min li ser kabîneya nehem e, gelo planek heye ji bo projeyên biçûk û xwemalî yên xelkê Herêma Kurdistanê ku piştevanî li wan were kirin, da ku bibin derfetek ji bo ciwanan?

Serokwezîr: Belê, eger were bîra we, beriya demekê ez çûm Silêmaniyê, çûm yek ji wan navendên ku alîkariya projeyên biçûk dikin ji bo ciwanan, sektora taybet û karsaziya destpêkê, min li wir ji zanîngehê jî daxwaz kir ku alîkar bin ji bo destpêkirina karsaziya biçûk, li gor baweriya min, karsaziya biçûk û navîn, ji karsaziya mezin bêhtir derfetên kar ji welatiyan re çêdike, çimkî karsaziya mezin dibe ku berhemên wan zêde be, lê ew karker û karmendên ku li wir dixebitin, dibe ku nikaribin hejmara mezin a daxwaza xelkê werbigrin, an jî guhertin û hemecûrekirina kar jî tê de tune.

Bernameya me heye û me zanîngeh erkdar kirine, li hikûmet û ofîsa xwe jî, min grûpek daniye ku bizanin ew bîrokeyên ciwanan ku dixwazin bikin kar û karsazî, piştevan bin, ez gelek dixwazim piştevaniya wan bîrokeyan bikim û berdewam bim.

Peyama dawî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Ez hêvî dikim hûn hemû serkeftî bin, ez hêvî dikim beriya her tiştî hûn hezkirina xwe ya ji bo welatê xwe bi tiştekî din neguherînin, erkê me û we ye ku em welatê xwe weke dayîka xwe hez bikin, him jîngeha xwe biparêzin, him axa xwe biparêzin, him rêz li dîroka xwe ya pir serwerî bigrin ku wisa kiriye em îro li vir bikarin bi azadî di statu û welatekî de bijîn, rast e hemû hêviyên me pêk nehatine, lê belê ji bo ku em bikarin pêngavên baştir biavêjin, divê em hemû hest bi berpirsyariyê bikin, bila her yek ji we, xwe weke berpirs bibîne, da ku em bi hev re vî welatî avedantir û seqamgîrtir bikin, ez spasiya we hemûyan dikim, ez hêvî dikim ku hûn di hilbijartinan de jî beşdar bin, dengê xwe jî bidin aliyê ku baweriya we heye xizmeta welatê xwe dike.


Back to top button