Berpirsê Roj Tv ji rojnamekîrê axaft
Kopenhagen – Berpirsiyarê Roj TV yê li Danîmarka Maounuchehr Zonoozi, gelek wene û tiştên di destê wî de dan rojnameyek Danîmarî. Herweha Maounuchehr Zonoozi, li gel rojnama Danîmarakî Berlingske Tidende hevpeyvînek kir û di derbarê PKK-ê de gelek tişt gotin. Ya girîng ew bû ku, hinek weneyên zarokên çekdar li rojnameyê de hatin belav kirin. Ev yek wek “ zarokên leşker“ hate nirxandin. Wek tê zanîn li hinek welatên Afrîka di şerê navxwe de gelek zarokên kiçik wek leşkeran kar dikir û çek hildigirtan û di çelakiyên leşkerî de beşdarî dikiran. Vê yekê gelek bala raya giştî ya cîhanê kişandibû.
Li gora ku Maounuchehr Zonoozi dide xûyakirin li baregehên PKK-ê de, zarokên 8-9 salî hebûn herweha gelek zarokên temenê wan 13-14 salî jî xwedî çek bûn.Sala 1988-ê li gora raporên UNICEF jî di nav hêzên çekdar yên PKK-ê de kesên temenên wan zarok hene.
Li ser weşana rojnama Berlingske Tidende, berpirsê UNICEF yê li Danîmarka got ku, di şer de heyîna zarokan qedexeye û dê ew li ser vê yekê bisekinin.