Bedirxan

Beriya Botan

Celadet Elî Bedirxan
Beriya Botan

( Ji giyanê Sêx Evdirehmanê Garisî re )

Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir

Ka zozanên bavê – Têlî ka kê bir
Dibêjin ko Burca – Belek hilweşî

Text û bextê botiyan de ka geşî
Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû

Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû
Ka Westanî ka Qesara ka kanî

Kanîn zozan, cihên bilind kebanî
Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng

Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng
Basiret kû, meqşibendî, terîqet

Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet
Kanî Seqlan, Seq nefis kû Nêrgizî

Gul û rihan zeriyane, tev rizî
Ka Azîzan, şêx û seyda û axa

Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava
Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî

Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî
Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû

Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû
Ka gêra wî, Gera – Xanî, gejgering

Ka salên me, bekirbegî, xweş devling
Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng

Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng
Kanîn çeper, betî li kû, ka celab

Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab
Ka banê me, yê Azîzan, kanî war

Kepirê de ne kozik in, ne jî dar
Bor – mirişkan tenik biye kete ba

Ez botî me diştexilim her bi pa
Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim

Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im
Kanî dîwan, ne diyar e xafa Mîr

Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr
Teter li kû, Axayê – Sor û ew reng

Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng
Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî

Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî
Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan

Ko tê de Mîr, şahê mexrib, Mîr – Alan
Dotmîr li kû, ka Mîr Şeref, Mîr Ezdin

Kanî bavê sitiya Zîn, Mîr Zengin
Beg û axa kanî tovrind, kanî dot

Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot
Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr

Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr
Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref

Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf
Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn

Kanî Mîr Şem, kanî Tajdîn û Gurgîn
Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer

Sadon li kû, ew serekê şevînger
Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî

Ka li kû man ew gernasên nedîtî
Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp

Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep
Pira Bafet belê ev e, kevane

Kevin bûne, ne tirîne, sorane
Ji delavê qitikan ve naye deng

Kew û kevok di şînê de ne man ceng
Şeylo bûne kaniyên me ka rejû

Maziyan de ne pel mane ne gezû
Kanî Xanî, Feqeh – Teyran û Mela

Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema
Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul

Tu tişt nema, vemirîne deng û gul
Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan

Şûvî li ku, Welat – Kelhok û Goyan
Batûyan kû, Welat – Kilîs, Sipêrti

Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî
Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran

Hacibêra, kanî Şernex, Garisan
Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî

Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî
Ji garisan ne koçer in, ne dêman

Kanî Zêwkî, Welat – Kêver, Ebasan
Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran

Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan
Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî

Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî
Ka şikefta Mîr Miheme, ka perî

Kanî Dasnî, kanî keçên surperî
Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî

Belav bûne, bê rêzik in bê serî
Dêra – Reben weke berê vala ye

Hejare jî diyar niye raza ye
Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj

Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj
Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh

Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh
Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen

Tarî her der, ne kulekin ne rojen
Di Tanzê de ne feqehin ne mela

Medresa – Sor xerabeye ji nû va
Kela Ewrex her bbaye, kela kevn

Tê de îro pîrhevokin û çend tevn
Kanî Şêx im, Evdirehman garisî

Ew jî kuştin sorgula me çilmisî
Herê lawo tev de çûne nînin nin

Destê me de ne hesp mane ne jî zîn
Kurdistanê tu abadin, her heyî

Back to top button