Polîtîk

Di pêwendiyên Rusya û Tirkiye de gavek nû

Enqere – Serokê Rusya Dimitriy Medvedev, di serdana xwe ya Tirkiye de pêwendiyek nû li gel Tirkiye pêkanî. Gelek projeyên mezin yên stratejîk di navbera herdu welatan de hatin îmze kirin. Ji van projeyan ya herî girêng avakirina nawendek nukleriye. Ev proje bi xwe 7 salan berdewam dike. Herweha di warên cur bi cur de jî 12 peyman hatine imze kirin.

Serokê Rusya Dimitriy Medvedev, ev serdana xwe gavek dîrokî nirxand û gote di pêwendiyên me û Tirkiye de pêvajoyek nû destpê kir. Dixweyê ji vê pêwendiya Rudya û Tirkiye Amerîka ne rihete .

Herweha li ser pirsa Ermeniyan û Tirkan jî hate sekinandin û dixweyê di vê derbarê de jî helwesta Rusya di aliyê Tirkan de tê guhertin. Wek din ji bo zedekirina pêwendiyên darayî di navbera her du welatan de, vize hate rakirin. Hêdî hevwelatiyên herdu welatan pê vîze bikaribin hatinê çuyînê bikin.

Back to top button