Berhem Salih û Mehmûd Ehmedî Nejad civiyan
Di destpêka hevdîtinê de Berhem Salih li ser navê hikûmet û gelê Kurdistanê serxweşî li Ehmedî Nejad kir, ji ber ku duh di encama keftina balafirek Îranê de çend hemwelatiyên Îranê jiyana xwe ji dest dabû.
Di wê hevdîtinê de serokê hikûmeta herêmê Salih da zanîn ku herêma Kurdistanê dixwaze li gel hemû welatên cîran peywendiyên bihêz çêbike û her wiha niha li gel Îranê jî di ware bazirganî û pîşesaziyê de peywendî baştir dibin.
Serokê hikûmetê xwast di warê çand, perwerde û zanistê de jî peywendiyên her du aliyan pêşve biçin.
Her wiha qala çareserkirina kêşeya elektrikê jî hate kirin, belkû Îranê alîkarî dabû herêma Kurdistanê.
Berhem Salih di wê hevdîtinê de da zanîn ku pêwîst e hemû welatên navçeyê; aliyê aborî, siyasî, çandî û ewlehiyê ve alikariya yek bikin û di navçeyê de aramî û xweşiyê pêk bînin, belkû ew rewş bo hemû welatên navçeyê sûdmend e.
Paşî jî serokkomarê Îranê Ehmedî Nejad bi şêweyek gerim xêrhatina serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ragihand ku sala bihurî bo gelê Îraqê salek xirab bû, hêvîdar im ku ew sale dê bibe sala xweşî û aramiyê bo gelê Îraqê.
Serokkomarê Îranê Nejad da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Sedam têkiliyên Îranê li gel Îraq û herêma Kurdistanê baştir bûne û ewlehî û aramiya her du aliyan jî bi pêkve girêdayî ye.
Ehmedî Nejad peywediyên herêma Kurdistanê û Îranê di astek baş de nirxand û kêfxweşiya xwe anî ziman bo pêşkftina wan peywediyane.
Serokkomarê Îranê ragihand ku dê piştgirî bidin wan hewlên ewlehî û aramiyê jî ku di navbera her du aliyan de pêşve diçin.