Polîtîk

Sekreterê Komkara Erebî li Hewlêr e

Li hevdîtinê de, ku birêz Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqa Federal, Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo, Dr. Tahîr Hewramî Wezîrê Tendirustî û Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêr amade bûn, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî derbirî û sosreta sebaret bi wan pêşketinan ku li Herêma Kurdistanê li hemû waran da hatine holê nîşanda û tîşk xiste li ser kombûnên xwe yên li gel berpirsên bilindên Iraqa Federal û ragihand ku li hemû kombûnên xwe da hest bi hebûna rûyeke bilindê berpirsên Iraqê kirine sebaret bi paşaroja Iraq û tekîd jî li ser girîngiya destpêşxeriya Serok Barzanî kir li komkirina hemû aliyê siyasiyên Iraqê ku Hikûmeta hevbendiya nîştimaniya bingeha wê berfireh pêkhat û Iraqê ji wê qeyrana berê derbas kir û ragihand ku ev destpêşxerî li demeke gelek hestiyar û li demeke gelek bê‌ hêviyê de xiste rû, ji bo wê yekê em bi çaveke gelek bi rêz ve temaşa wê destpêşxeriyê dikîn ku li sedî sed destpêşxeriyeke Iraqiyane bû û bi bingeha wê bi arasteyeke erênî datînîn ku niha li Iraqa Federal da pêkhatiye.

Her wiha Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî tekez li ser girîngiya aştîvaniya nîştimaniya paşaroja Iraqê kir û ragihand ku ev aştîvanî pêwîstî bi nefeseke dirêj heye û rêyeke dûrî li pêşe. Em wekî Komkara Erebî bi hemû şiyanek xwe ve alîkarê Iraqê dibîn ji bo pêkanîna vê aştîvaniyê û pêwîste rola îhmalkirinê jî bi dawî bibe.

Niha rola Iraqê ji berê gelek rûn û hevsengtire ku eve jî peyameke dilniyayiye ji bo hemû welatên Erebî ku ev welat dikarê mîhvandariya kombûna bilinda Erebî ya pêş de bike.

Serok Barzanî, bi xêrhatina Sekreterê Giştî kir û xweşhaliya xwe bi vê serdana Sekreterê Giştî ya Komkara Erebî ya Kurdistanê û xemxûriya birêz derbirî û Komkara Erebî ya li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û ragihand ku helwestên Sekreterê Giştî li nexweştirîn pêvajoyan de helwesteke berpirsane bû û ronahî jî xiste li ser hengavên pêkanîna Hikûmeta Iraq û bi Hikûmeta hevbendiya nîştimanî wesif kir ku bi bêyî îhmalkirina tu alî û pêkhatek nûnerayetiya hemû pêkhatên Iraqê dike.

Serok Barzanî eve jî ronahî kir ku karwana siyasî li Iraq bi awayeke rêkûpêk berev pêşve hengavan diavêje, qonaxa bingehînên wê bi serkeftî bi dawî bûye û ewê maye hinek meseleyên navekîne hêvîdarîn ku eve jî li derfeteke gelek nêzîk da bihêne çareserkirin.

Sebaret bi kombûna bilinda welatên Erebî jî ku biryare li meha adara pêş de li Bexdaya paytexta Iraqa Federal bihête kirin, Serok Barzanî dûpat kir ku encamdana li Bexda balkişandineke baş pê divê û eger pêwîstiya we bi me hebê‌ em ji bo her alîkariyek amadene.

Di derbarê Federaliyetê jî Serok Barzanî ragihand ku Iraq ji du neteweyên serekî pêkhatiye û her li ser vê bingehê jî di dema xwe de dewleta Iraqê hate pêkanîn.

Federaliyet bi wateya dabeşkirina dadperweraneya saman û desthilatê dihêt û li destûra Iraqê jî da li ser bingeha cografî û dîrokî hatiye şîrovekirin û dîroka cîhanê jî eve diyar dike ku ne cûdakirineke bi zor û ne yekgirtineke bi zorê qet serî negirtiye û serî jî nagirê‌ û mînakên wê jî gelekin.

Back to top button