Polîtîk

Hîzbullah gef li PKK xwar

Hîzbullah, piştî serbestbûna rêveberên xwe yên sereta banga xwepêşandanên li dijî PKK û Kemalîzm kir.

Rêveberên Hîzbullahê  dixwazin li ser bakurê Kurdistanê bi awayekî aktîf rola xwe bilîze. Di malpera Hîzbullahê de daxuyaniyekî hate dayîn û di nivîsê de PKK bi awayekî eşkere hate rexnekirin.

Di sernivîsa ‘’Dewlet, PKK û Kurdên Muselman’’ de nêzîkatî û daxwazên Hîzbullahê bi awayekî eşkere hate nivîsandin.

Di nivîsê de wiha hate gotin: ”Divê li dijî hêzên Laîkê bê deng nemînin û divê rasterast derkevin kolana û bi beşdarbûna xelkên me yên Muselmanê xwepêşandanên berfireh bihête kirin. Divê ew jî bibe alternatîfa hêzên laîk”.

Bi awayekî dî Xweseriya Demokratîk yan jî projeyên din ji xeynî Kurdên Muselmanêye û projeyên bi vî şeklî temsîlî îradeyê me nake. Ew projeyenasLi ser Muselmanan wekî Kemalîzm û Saddamîzm xeteriyek mezine.

Hîzbullah di daxuyaniya xwe de rexne li ser PKK xwar û got : ‘’ Ew di dema rêxistiniyê xwe de tahamnmulê wan li ser Kurdên Muselman tinebû. Diyare ku ew rêxistina Marksist dema ku bibe desthilatdar û bibe hêzekî fermî li ser Muselmanan zilm û zordariya xwe zêdetir bike. Jixwe ew di mêjî û tabîata PKK’ê de taybetmendiyek mezine”.

Back to top button