Hevpeyvîn

PDK hemû dozên li ser rojname û nivîskaran paşde dikşîne

Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragehand ku PDK bi azadiya  bîrûbaweriyan ve girêdayî ye û wek nîşanên nêtpakiyekê jî biryar daye dozên li ser hemû rojname û nivîskaran paşde bikşîne.

Nêçîrvan Barzanî di yekemîn hevpeyvîna xwe ya rojnamevanî de, piştî ku di kongreya 13-mîn a Partiya Demokrata Kurdistanê de wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin, behsa encamên kongrê, rewşa siyasî, girêdana PDKê bi pêşxistin û garantîkirina azadiyan û hikmê bidezgahbûnê li Kurdistanê dike.

Barzanî derbarê xwepêşandanên dijî îmzeya serokê herêma Kurdistanê ya li ser yasaya organîzekirina meş û xwepêşandana li herêma Kurdistanê ku li Silêmaniyê destpêkir, got: ‘’Serokê herêma Kurdistanê li ser bingeha ku hemû fraksyonên parlamentoya Kurdistanê tevî gotûbêjên wê yasayê bûne, ji ber ku naveroka yasayê jî li ser bingeha erkê hikûmetê ya li hember hevwelatiyan hatiye dariştin, ne ku li ser bingeha astengkirina mafê xwepêşandanan, ev yasa îmze kir. Desthilatên serokê herêma Kurdistanê û bingeha desthilatdariyê li Kurdistanê ji sala 1992an li ser bingehê demokratîk û misogerkirina azadiyan hatiye damezrandin û yekemîn kesê ku di dema serhildanê de jî banga vê yekê kir, her serok Barzanî bû û ew niha jî ji hemû deman zêdetir bi wan bingehan ve girêdayî ye. Lê bi baweriya min hikûmeta herêma Kurdistanê xemsar bû û nikarî wê yasayê ji hevwelatiyan re zelal bike, bi awayekî ku hevwelatî nebin amurên kar û milmilaneyeke siyasî ku tê de serokê herêma Kurdistanê bibe hedef.”

Derbarê zêdetir vebûna PDKê de ku berî kongrê ji aliyê serokatiya PDKê ve behsa wê yekê dihat kirin û derheqê danûstandina wê ligel medya bi awayekî vekirîtir, Barzanî wiha axifî: ”PDK qet ne dijî azadî bîrûbaweriyê ye, me hertim gotiye ku divê di navbera rojnamevan û desthilatê de diyalog hebe, lê ne kîn û dijminayetî. Divê deriyên veguhestina zanyariyan bên vekirin û li hember vêna divê rojnamevan jî bi berpirsyaretî û pêşeyî karê pîroz ê rojnamevaniyê bikin û yasa jî peywendiya navbera herdû aliyan organîze bike. Yasaya organîzekirina karê rojnamevaniyê li Kurdistanê ku di serdema kabîneya pêncem de hat danîn, piştî li parlamento hinek guhertin bi ser de hatin, ji aliyê serokê herêma Kurdistanê ve hat red kirin, ew yasa ji bo misogerkirina yasayên azadiya karê rojnamevaniyê bû li Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Wek nîşandana nêtpakiya PDKê, em radighînin ku wek PDK me biryar daye hemû doz û gilînameyên xwe li ser rojname û nivîskaran paşde bikşînin, em hêvîdar in ev wek nêtpakiyekê bê dîtin û em tevgereke berpirsyar di karê rojnamevaniyê de li Kurdistanê bibînin, tu rojnamevan û rojname bi kîn kar nekin, ji ber ev ji azadiya bîrûbawerî û karê rojnamevaniyê dûr e. Di dema serokatiya hikûmetê de û di karê xwe yê niha de jî ez bi wê yekê re bûm û dibim jî bi awayekî saxlem kar ligel rewşa rojnamevaniya li Kurdistanê bê kirin, hevdîtina di navbera desthilat û rojnamevanan de hebe, bi vî awayî em dikarin ji rewşa jihevtênegihiştin û rojnamevaniyeke navtêkder rizgar bibin ku ev jî ne armanca tu rojnamevanekî profesyonel e.”

Barzanî herwiha amaje bi wê yekê da ku dîroka siyasî ya PDKê bi rojnamevanên azad dewlemend e, wek mînak di destpêka salên şêst û heftêyan de, PDK ku mohleta karkirina siyasî ya azad hebû, yan desthilatdar bû, niha jî biryar ew e azadiyê biparêze û wiha pêde çû: ”Me berê jî hawara xwe gihandiye yasayan, ji bo yasa serwer be, ji ber rojnamevan jî dizanin çûna jêr siya yasayan tê wateya serwerîkirina yasayan, lê ne binpêkirina wan.”

Derberê baweriya bi azadiya bîrûbaweriyan jî Barzanî nerînên xwe wiha anîn ziman: ”Veguhestina zanyariyan, rexnegirtin û dirustkirina gotûbêjan karê rojnamevan û nivîskarane û em jî ne dijî wê yekê ne, lê em xwe wek dabînkerên wan azadiyan dibînin. Her di wê çarçoveyê de, em di wê baweriyê de ne ku rexnegirtina li kar û cîbicîkirinên serokê herêma Kurdistanê û hikûmetê jî karekî asayî û baş e. Ev mafê xelkê ye, ji ber serok Barzanî serokê vî xelkî ye û hikûmet jî hikûmeta vî xelkî ye.”

Back to top button