Îroj

11'ê Rêbendan

11’ê Rêbendan

Di sala 1935’an û di rojekî wekê îroyê de Amelia Earhart cara ewil firîna tekakesî ya ji Hawaîî ta Kalîforniyayê pêkaniye.

Amelia Mary Earhart (24’ê tîrmeha 1897’an – 2’ê tîrmeha 1937’an) firyareke amerîkî bû.

Amelia Earhart li Atchinson, Kansasê (DYA) hatiye dinê. Ew jina pêşîn bû ya ku di sala 1932’an de bi tenê ser Atlantîkê navbera Newfoundlandê û Walesê firiya. Dû re di 1935’an de ji Hawaiiyê heta Kalîforniyayê jî firiya.

Di 1937’an de bi firokeya xwe dest bi gerîna li dora dinyayê kir û di roja 2’ê tîrmeha 1937’an de dema bi ser Okyanûsa Mezin de firiye balafira wê nêzîkî girava Howlandê winda bû û ji nû ve nehate dîtin. Mirina wê bi awayê fermî di 1939’an de hate tomarkirin.

Back to top button