Berfa Qendîl… Berfa Enqerê

Ji ber germiya diyaloga Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ya derbarê arîşeyên niha yên Kurdistanê de, ti kes bi demê nehesiya û nêzîkî saetek û nîv riya navbera Hewlêr – Enqerê, weke çend deqîqeyan derbas bû, dîmenên derveyî balefirê jî bala ti kesî nekişand.

Dema ku ji nişkave alarma xwegirêdana ji bo daketinê vêket, yekem tiştê ku li derveyî balefirê bala min kişand, berfa ku dora balafirxaneyê girtibû û kirasek spî li Enqerê kiribû. Wê dîmenê di cîh de ez vegerandim cem dîmeneke nêzîkî heft salan berê ya bihareke pir zû ya qontara Qendîlê.

Her ji destpêka 2007an de, Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa Kurd li Tirkiyê bi awayekî vekirî ji Erdogan re gotibû: “Riya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe û ji bo ku tu bigihîjî çareseriyê, riya herî kurt diyalog û lihevhatina bi Ocalan re ye”.

Ev pêşniyazek bû ku dixuya yên herî nêzîkî Erdogan jî nedikarîbûn wisa eşkere û vekirî jê re bêjin, loma ev însiyatîfa Nêçîrvan Barzanî û awayê eşkere û vekirî yê pêşkeşkirina însiyatîfê, heta li cem kesên nêzîk û dora Erdogan jî, cihê rêz û teqadîrê bû! Yekem tiştê ku piştî vegera wî ya ji Enqerê jî hat kirin, ew bû ku min ev peyam û naveroka pêşniyazê ji Karayilan re bire Qendîlê.

Helbet birina van peyamên Nêçîrvan Barzanî ji bo Qendîlê û hevdîtin û civîn û diyaloga dirêj a bi Karayilan û rayedarên din yên PKKê re û anîna peyamên Qendîl û Brûkselê yên beriya her seredaneke Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê û berovajî wê jî, êdî bû karekî berdewam û ji destpêka 2007an de heta dawiya 2011an jî, bi dehan caran bi awayekî nepenî û di tariya şevê û zivistana sar a Qendîlê de, min peyamên herdu aliyan gihandin hev.

Ji bo pêşveçûyîna ku hêdî – hêdî di navbera herdu aliyan de çêdibû, hertim coşeke germ û dilşadiyeke mezin di çavên Nêçîrvan Barzanî de dihat dîtin.

Di vê seredana xwe ya dawîn a Enqerê de jî, yek ji mijarên herî sereke yên civîna bi Erdogan re, çareserî û pêvajoya aştiyê bû, bi Davûtoglu re jî yek ji mijarên civînê bû. Nêçîrvan Barzanî wek her car, ji Erdohan re got ku çareserkirina pirsa kurd û serketina pêvajoya aştiyê dê di her warî de Tirkiyê derbasî qonaxeke pir li pêş bike û Ocalan jî ji bo aştiyê şansek mezin e! Wek her gav, dîtin û nêrîna Qendîlê di derbarê pêvajoya aştiyê de, gihand serkomar û serokwezîr.

Helbet vê mijarê zêde di medyayê de deng veneda. Ji ber wê jî eger hemû hewlên navbeynkariya Nêçîrvan Barzanî di navbera Qendîl û Enqerê de, ji hatin-çûyînên min ên ji heft sal berê bo Qendîlê û sêgoşeya sînor û deverên Xwakûrkê jî bigire heta rojên me yên îro ku êdî bi hêsanî hatin-çûyîna nêvbera Qendîl û Îmraliyê çêdibe, di pirtûkekê de bête çapkirin dê pir aliyên veşartî yên hewl û xebatên xemxwariya Nêçîrvan Barzanî di vê meselê de derbikevin holê. Ev xebat û hewlên wî bûne hêvên û beşeke sereke ya destpêkirina pêvajoya aştiyê û çareseriyê.

 

Samî Ergoşî: Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Nerîna min :